Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Elîko Lo Lawo
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Elîko Lo Lawo

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Elîko lo lawo, şerekî li me çêbû li Gera Sîmo, li Maselê Maselahê hê lo bi karêz e hê berxê sibe bû siwar û peyayê Hesena
wele peya li dû siwara hê lo bûne rêze li mi dîlê
vî sibengê peya li dû siwara hê lo bûne rêze hê
Mîr Ehmo bi sê denga bang dikirî go: lawo meriv xulama xwedîke fenanê Evdila Ezîzê bavfile, Elîkê Cibo, Subhanê Welo
rojê oxilmê giran serê xwe bike nava dêlbijiyê manegiya
gidîno gelo berê xwe ji gule barûdê hê lo neguhêze li mi dîlê
axawo wele nahê hê lo bîle nahê hê
Hewara me dûr e, gaziya me nayê
Şaberat e xayîn e, Arincîk e neyar e, Akrak e qewmê xirabe ye keskî xwedanxêr tune cewabekî bide Xandirîsê, ba berxê Mala Elî Axa hewara me bê, Seîdê Nado bavê Dilşayê
Elîko lo lawo, şerekî li me çêbû li gera Sîmo, li Maselê Maselahê hê lo bi petêx e hê
Mîr Ehmo bi sê denga bang dikirî
go: Silêmanê Feyzî tu bavê bavê min bî çê be çê bixebite
şer ketiye ser mile me herduya
hela rabe tivingê daynê hê lo bi nîşan lêxe hê
gidî tu rabe tivingê daynê hê lo bi nîşan lêxe hê
xwe berde ser kozika Şêx Imo berxê Mala Bûbê
îsal heft sal e mehîna Şêx Imo stewr e
berxê Mala Bûbê hela rabin Hesenan ser milê me rake gidîno mera bikuje hê lo revê pê xe li mi dîlê

axawo wele nahê hê lo bîle nahê hê
Hewara me dûr e, gaziya me nayê
Şaberat e xayîn e, Arincîk e neyar e, Akrak e qewmê xirabe ye
keskî xwedanxêr tune cewabek bide Xandirîsê, ba berxê Mala Elî Axa
hewara me bê, Seîdê Nado bavê Dilşayê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.