Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Eliyê Pûrto
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Eliyê Pûrto

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Elî berxê dilê dayika te bi deman e wê yî e... hê bi deman e Eliyo berxê dilê dayika te bi deman e genimê rasta Bişêriyê hêşîn bûne
li çemê xwûnê temamî simbil dane temî weyseta mi li te be
xwe ber mede pêşiya vî Dewazî vî qewazî
va zalima mêrekî bi kefîlê bi deman e
şûrê xwe şandî li Bilîsê girêdaye bi donzdeh kîsan e
li ser şûrê wî dinivîse "qesasê serê bîst û çar mêrê busulman e" dilo hayê ha ha li minê
Dayê rebenê dema Dewazê Pûrmîs li koka darê li mi qêriya le mêrê fileh halet hacetê berxê te hilda direviya
çar gurçikê dilê berxê te bûn gurçikek ji nava dilê mi qetiya lawo dayika te bibe hirça şengêla dev geliya
gurê pişt hêşînê dû keriya
hêsirê çavê dayika te tê fena avê cûckê çavkaniya
ezê rabim şal û şapikê Eliyê Pûrto hildim
xwe berdime Erziruma rengîn
goşe bi goşe, kuçe bi kuçe bigerînim
vê sibengê malxirabo bidim ser milê telal û telalbaşiya
xwe berdime Qersqapisiyê, Bîtmeydanê
bîst û çar nerdûwana hilkişînim
bidim ser çokê heft qaziyan û donzdeh miftiya
destê çawîşan û îzbatan û efendiya
xwe bavêm dest û pê dikandar û dikançiya
ezê bêjim gelê mixazeçiya minê bi we, hûnê bi Xwedê
hûnê şal û şapikê Eliyê Pûrto nefroşin
çend saleka bimîne curekî curê di nava pirtiya
hayê hû ê hû ê... dilo hey wayê
Elî berxê dilê dayika te dibê
ezê li Eliyê xwe bikim qatek cilê di rismê
tifinga wî bidime desta pişta, wî bidime kevirê devê rê
herçî kesê di geliyê Bilîsê tere tê
bizanibe Eliyê Pûrto sax e dixebtîne cerdê bi cûrdê
wê wê hê dilo hey wayê

Berxê dilê dayka te hê bi hedîs e haê haê ê yêê yê ê... wê bi hedîs e Elî berxê dilê dayika te bi hedîs e
le lawo genimê rasta Bişêriyê hêşîn bûne temamî çinîne kirin lûs e temî weyseta mi li te be
xwe ber mede pêşiya Dewazê Pûrmîs e
va zalima mêrekî bi kefîlê bi demanî xebîs e
lawo şûrê xwe şandiye li kavilya Bilîsê girêdaye bi donzdeh kîs e "qesasê serê bîst û çar mêrê busulman e" li ser dinîvîse
dilo haê ê ha ha li minê
Dayê rebenê dema Dewazê Pûrmîs li koka darê li mi qêriya
le mêrê fileh halet hacetê berxê te hilda direviya
çar gurçikê dilê berxê te bûn gurçikek ji nava dilê mi qetiya
le lawo dayika te bibe hirça şengêla dev geliya
gurê pişt hêşînê dû keriya
hêsirê çavê dayika te tê fena avê cûckê çavkaniya
ezê rabim şal û şapikê Eliyê Pûrto hildim
xwe berdime Erziruma rengîn goşe bi goşe, kuçe bi kuçe bigerînim bidim ser milê telal û telalbaşiya
xwe berdime qersqapisiyê, bîtmeydanê
bîst û çar nerdûwana hilkişînim
bidim ser çokê heft qaziyan û donzdeh miftiya
destê çawîşan û îzbatan û efendiya
xwe bavêm dest û pê dikandar û dikançiya
ezê bêjim gelê mixazeçiya minê bi we, hûnê bi Xwedê
hûnê şal û şapikê Eliyê Pûrto nefroşin
çend saleka bimîne curekî curê di nava pirtiya
hayê hû ê hû ê... dilo hey wayê
Elî berxê dilê dayika te dibê
li Eliyê xwe bikim qatek cilê di rismê
tivinga wî bidime desta pişta wî bidime kevirê devê rê
herçî kesê di geliyê Bilîsê tere tê
bizanibe Eliyê Pûrto sax e dixebtîne cerdê bi cûrdê
wê wê dilo hey wayê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.