Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Eman Bêrîvanê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Eman Bêrîvanê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

gulmal Bêrîvanam sekinî derê malê gelo li ser tevnê hê wû hê yê... li ser tevnê
gidiyê gelo mi go mêzerçîtê ji xwe ra mêzerkevnê hê wû hê yê... mêzerkevnê
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji mi nekin
bi rojê têr nabînim, şevê nîvê şevê ji xwe ra diçim xewnê gundo hê wû hê yê hê yê... diçim xewnê
Eman Bêrîvanê
gulmal gelo bejna te zirav e ji dara tûyîn e
hê wû hê yê... ji dara darê
berxê gelo vê sibengê tu sêr bike
ji xwe ra nesekiniye ji sibê heyanî vê êvarê
hê yê hê yê... vê êvarê
danê rojê têr nabînim, şevê nîvê şevê terim xewnê
tu bala xwe bidê hal û meslega vê feqîrê reben ez im lo vê stûxwarê
Eman Bêrîvanê
sibe ye gelo Bêrîvana mi ji xwe ra bûbû bêrîvana nava bêrîvana hê hû hê hê... bêrîvana
lo lo gundo tu bala xwe bidê gelo ketiye destê xişîma, van nezana hê wû hê yê... van nezana
gelî gundî cinarno gava ez dimirim
mexberê mi bikole serê rê û dirbê cote xana
bi limêja sibê ra bikeve guhê mi dengê zengilê bazirgana
orta nîvro esrê bikeve îşiqê herdu çavê mi toz û xubarê şimikê bêrîvana hê hû hê hê... bêrîvana.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.