Şarkı Sözleri
Eman delali delalî delalî...
ax delalî delalî bê lawîko li min lo tu delal î
Ez rebena Xwedê çûme yalê malê mi dî lawîko vê sibengê tu ne li malî ezê çûme birca belek birceke xirav e
daketime bircê kelê mi dî vê sibengê kelekî lo xik û xalî
mi rebena Xwedê ji heft salî da delaliyê dilê xwe ji xwe ra xwedî kiriye berxo bi şîrînî wey la li mi nezanê gelo vê sibengê bi helalî
mi go belkî Xaliqê Alemê Rebê Jorîn padişahê pir adil
miradê miradxwaza biqedîni miradê min û delalê dilê mi bi hevalî minê nizanibû Xaliqê Alemê Rebê Jorîn qedera mi nivîsiye
li serê vî pîsî vî heramî vî mîskînî wey la li mi nemayê lo li vî li jarî
were delalî delalî delalî...
lawîko dîno lo tu delalî
Êrê delalî ez bi qurban sibe ye vê sibengê tu dêhna xwe bidê malê me daniye zozana berxo gelo derketin zozanê lo serê çiya ez rebena Xwedê îro ji êvara Xwedê da bona delaliyê dilê xwe keçikê bûme casûsa serê rêwan û dirba, berxo ketime serê hemû riya
ezê destê delaliyê dilê xwe bigirim, eşqa dilê rezîl ra
bigerim vê sibengê çiya û banî, deşt û zozan
berxo li ser şexsan û zareta van ewliya
emê xwe berdine ser zuwareta Şexmûsê Enzel
emê ji wê werin tu dêhna xwe bidê li ser şexsan û zareta bigerin
ji bona destebirakê Resûlê Ekrem vê sibengê rabin berxo lo li ser piya
emê ji wê werine Bidlîsê mala Şêx Mihemedê Kufra
belkî ji ba Xwedê da ricaçi be
ba Xwedê da miradê miradxwaza biqede
oro berxo biqedîne miradê min û te va lo me herduya
ezê bêjim Rebiyo ji te şikir vê sibengê malxirabo mirado ax mexsedê dilê lo me qediya
were delali delalî...
lawiko li min lo tu delalî
Oro delalî ez bi qurban sibe ye vê sibengê malê me danîne zozana berxo dîno gelo vê sibengê li zozanê lo li ber kaniyê
ez rebena Xwedê vê sibengê derketim
xelk û heval û hogirê mi ji mi pirsî gotî keçkê tu ku da terî mi go ew ro bi reş be, ew qeder xirav be, kambax bibi
vê sibengê kotiyê mêra berê mi da welatê xerîbê lo koçeriyê Xwedê çavê bavê mi birêje, stûyê diya mi bişkêne
çawa bi destê minê hêsîrê girtin ji lawkê cindî qetandin
iro qeder bi reş be, bi destê mi girtin dane ax lo li min lo ser hewiyê Xwedê xira bike minê bala xwe berdayê xelkê min î têlî delalî şewatê bi dilkî kulê bi kederê bi mereq jor da vê sibengê meşiya bû jor da ez evdala Xwedê ji derdê dilê xwe ra çûm bêriyê
minê elbê destê xwe danî nav heval û hogira
ezê giriyam reben ez im lo li mi lo lo
ax hê bê sebro dîno lo çûm pêşiyê
Were delalî delalî delalî delalî delalî...
lo delal ez bi qurban nizanim îro ji derdê dilê xwe ra çima dibêjî lo tu dinalî digo sebrê dînê ezê ji qedera Rebê xwe ra şukirdar im
ez çi bikim ne dest li ber radibi delalî delalî malxirabo ne dest dixebiti
sebrê migo çend saleka ezê ji te ra bibime malxoy berxa dilê mi gelo tuyê ji mi ra bibî ca bermalî.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum