Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Eman Eman Ez Xerîb im
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Eman Eman Ez Xerîb im

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 5 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman...
eman ez xerîb im
Lê lê Sebrê gelo ez xerîb im
lê lê berxê gelo ez xerîb im
ezê vê sibengê malxirabo
berê xwe bidim welatê xerîb û xerîbistanê
hewar Xwedê gelo vê qurbetê
tu dêhna xwe bidê vê sibengê
tu nizanî malxirabê nexweşî bêhal im
ji bona bejna zirav ez dimirim gelo vê sibengê malxirabo dilê rezîl dikişîne sebrê ji xwe ra ber bi te tê
ezê bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
tê yê tu cara bêxatiriya min û dilê rezîl nekî
tê yê ciwabekî bişîne ba min û ji xwe ra kurê metê
sebrê gidî gelo vê sibengê
ezê diçûme welatê xerîb û xerîbistanê
ezê ji xwe ra nemirim bi wî kulî, bi wî derdî, wî hisretê

eman eman eman...
eman ez xerîb im
Eman sebrê mi ji te ra nego
dilê mi çi belekîka berfa ji xwe ra qûna çiyê
lê lê gidî gelo dilê mi çi belekîka berfê gelo li qûna çiyê
tu sêr bike berxê ezê ji xwe ra diçim
welatê xerîb û xerîbistanê, sebrê gidî nav vî qurbetê
ez bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
çend salê mi temam bû
ezê ji xwe ra digerim vê sibengê dewra dunê
li tûra xerîb gelo vê sibengê xerîbiyê
sebrê gidî tu ramîsanekî dev û lêvê şekirî lo li mi kerem kî

ez ji te ra sond bixwim fenanî xortê bîst salî
teze berê xwe bide welatê xerîb û xerîbistanê eskeriyê gidî gelo vê sibengê ezê nexweşim nexweşê bêhal im
bira dilê mi da nebe kul û derd û ezê mereq nekim li xerîbiyê
eman eman eman...
eman ez xerîb im
Lo lo kuro êtîmo gilî gazin û loma ji mi neke were bisekine li gera biniya mala
li axpîna mala bavê mi keçikê nava ce ye
tu nizanî êvar e ro li ava gidiyo mexrebe ye
ezê qasekî vê sibengê soz û bext û qewl û qirar lo bidim te ye
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
bi navê Quranê, bi serê ceddê xwe ye
gidî gelo vê sibengê gava tu ji qurbetê difetilî
ezê eyb û şermê ji ortê tev hilînim
lawkê mi gava jêliv bi mi va ca bixuyê
ezê bi ordama qazê bi meşa quling
ji xwe ra meşmeş bikim werim pêşiya te ye
eman eman eman...
heger pîra dê kalê bavê gotin berxê tu ku da terî
ezê bêjim bêîmano hûn nizanin heft salê me temam bû ez û lewkê cindî dilê me di hev da heye
eman eman eman...
eman lo dil gune ye.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.