Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Eman Eman Lo Deyndarê Te Me
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Eman Eman Lo Deyndarê Te Me

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman...
ax lo eman eman lo deyndarê te me
sebra dilê mi gelo malê me danîne li gera biniya mala
berxo lo li devê çem e
ew xebera te ji gavê din da ji mi ra gotiye tan e
nedîva li mi xistiye fena li serê dilê mi bixî çotek kêr û lo cotek qeme
lo lo kuro delaliyo vê sibengê roja cumê
der û cînar malî diçine gezmê vê gezmaxê
ezê ji te ra sond bixwim îro ji roja çarşem e
roja pêncşemê ezê li gera biniya mala disekinim xelk dizane
der û cînar gundî malî tev dizane ezê li hêvya lo delaliyê xwe me
eman eman eman...
eman lo hewara Xwedê
Ax sebra dilê mi gelo mi ji te ra nego
ezê ji roja qebûl dikim ax lo lo roja înê
hela bala xwe bidê malê danîne devê çemê jêrîn her çar rojê germê germistanê lo vê havînê
berxa dilê mi gelo tu dêhna xwe bidê
ew derba te ji gavê din da îro çend e bi serê dilê mi xistiye Hekîmê Loqman rabe nabîne kew û melhema birînê
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê, bi dîn û îman û bi telaqê jinberdanê
heya dunya xweş ava be
aqûbeta min û te va bû aqûbeta Ûsiv û Zulêxayê
na wele Hesen û Belqîsayê sebrê ax Mem û Zînê
eman eman eman...
eman eman lo ez gune me dînê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.