Şarkı Sözleri
Eman eman eman...
eman sebrê gelo vê sibengê bejna te zirav e ji tayê rihana vê şax golé lê lê berxê gelo te ez dîn û har dikirim
kirime casûsa serê rêwan û dirba berdam çolê
lawiko dîno go min sond xwarî bi sonda qesemê
sed wehde li bedena mi ketibe terka delaliyê dilê xwe jî nadim heya fesad şeytanê gundê me têr fesadî nekin navê min û delaliyê dilê mi bi hev ra dernekeve li bajara xerîb lawko dîno lo li Stenbolê
eman eman ax eman...
eman eman lo delîlo dilo
Lê lê sebrê bihar e malê me derketin çiyayê bilind
bejna te zirav e ji tayê rihana bilind gelo hêşîn dike li Eledaxê Sebrê dînê tu were em qasekî rûnên li binê dara vê qewaxê
emê ji xwe ra rûnên li binê dara biyê li binê baxê
sebra dilê min bi tenê tu were xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav dev û lêvê şekirî te qazaxê
eman eman eman lo delîlo dilo
eman eman eman...
eman eman lo rezîlo dilo
Sebrê dînê sibe ye ez û tu va derê malê sekinî
ji xwe ra mijûlî lo tev yarî kir
mi dî kewa gozel li derê malê sekinî fenanî bilbil dixwend fîzarî kir Esmerê, min evdalê Xwedê hustiyê xwe xwar kirî li te mêze kir
ez nizanim ew çi çalim bû, tu ji kê hîn bibû te ji xwe ra bi mi ra kubarî kir Sebrê dînê te kêleka xwe dabû kêleka kotiyê mêra
berxê te çima li mi henek û tev yarî kir
ew Xaliqê Alemê padişahê pir adil e pir mezin e
li jor bi çavê serê xwe dibîne
ew lema vê sibengê qedera te li serê vî pîsî, vî heramî lo vî carî kir sebrê dînê ez ji te ra bêjim lo ne te kubarî kir
ax eman eman eman...
eman eman lo rezîlo dilo.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum