Şarkı Sözleri
Qîza Tucar Axa digo
Emerkê ez bi qurban sibe ye rêka Helebê bişewite
ji dilê min û te ra lo gidyano lo serê çiyê
te yê berê xwe dabû Heleba şewitî ji Tucar İskender ra diçû kewraniyê
îro çendê me temam bû te ez dîn û har dikirim birîndar im
bûbûm mereq ketibû can û cegerê mi keçikê lo mi zeriyê
lo lo gidî gelo vê sibengê tu îro rêka xwe nîvî kir
ziviriye hatî taxima sing û berê mi gulîbirê bi mêvaniyê
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê
Qîza Tucar Axa digo
Emerkê ez bi qurban sibe bû ev çi hal e lo çi hewal e
gidî gelo teyê rêka Helebê nîvî kiriye ji xwe ra zivirî lo hatî malê
mi ji te ra nego mere kawraniyê
taxima sing û berê mi ji te ra fenanî avê Serhedê
çem û kaniya sar û cemidî jê di zelal e
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê
Emerkê digo
qîza Tucar Axa sibe bû gelo dilê mi li halê mi kînekîn e gidî gelo vê sibengê malxirabê
minê rêka Helebê nîvî kiriye ez nexweş im halê mi tunîne
gidiyê gelo tu rabe cîkê mi dayne şaneşîna jorîn, şaneşîna di jêrine
gidiyê bi desmala ser destê xwe li ser çavê mi bike bangê baweşîne
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê
Qîza Tucar Axa digo
Emerkê ez bi qurban gelo vê sibengê wî bira ha be
herçiya Emerkê bêje li ser sêrî herdu çava be gidîno gelo hêvî gumana mi ji Rebê Jorîn heye
çi êş û êşûka canê Emerkê heye ser singê qiza Tucar Axa ca bela be
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê
Emerkê digo
qîza Tucar Axa rêka Helebê bişewite ji dilê min û te ra li serê çiyê gidî gelo vê sibengê ezê ji bavê te ra diçûm Helebê lo kewraniyê
gava ezê ketime biniya êlê mi dî te li xwe kiribû çekê xwe yê bûkaniyê te li dostê xwe kiribû çekê minê zavatiyê
ocaxkorê ezê ne nexweş im tu îna bike ez hatime casûsiyê
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê
Qîza Tucar Axa digo
Emerkê ez bi qurban sibe bû li me derketiye stêrka sibê, lo stêrka zere şewq û şemalê dabû qesir qonax koçk seraya Tucar İskendere
hey malmîrat tuyê bi gotina fesad û şeytana meke
malê bavê mi pir gelek e
bibe ji min û xwe re li Helebê bike zêr û pere
Emerkê hertim cara ser çavê min û bavê mi ra were
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê
Emerkê digo
qîza Tucar axa ez dizanim li min û te va derketiye stêrka sibê stêrka zere gidî şewq û şemalê dabû koçk seraya Tucar İskender e
ez tu cara malê bavê te bi bêbextî nafroşim ji xwe ra nakim zêr û pere
ez ji te ra sond bixwim îro di ser serê te û dostê te va dikim herb û di sefere
were ho yoyo ho yoyo... eman ho yoyo li mi seyranê
Qîza Tucar Axa digo
Emerkê ez bi qurban te bi ser mi da çi kastekast e
Emerkê fenanî kelpekî ji kulîna mala bavê mi derkeve dev bi mast e
ez ji te ra sond bixwim herçî gotinê te gotine temam rast e
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê
Emerkê digo
qîza Tucar Axa sibe ye ez Emo me Emongê delodîn im
ezê vê sibengê malxirabê bi quweta mi nîne bi quweta Rebê di Jorîne ezê çek û sîlehê xwe li xwe kim qema qabirme zîvîn li bejna xwe bişidînim tu derî paca kilît bike ezê dugme zirzê bişkênînim
bi quweta Rebê Jorîn serê te û dostê te va bi hev ra difirînim
îro ji êvar da rêka Helebê dîsa biqedînim
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê
Emerkê radibe ji xwe ra dike wa dilezîne
çek û rextê xwe li xwe dike fetla fetlo ji xwe ra li bejna xwe dibe tîne dibê Rebî gelo li ser namûsê ye, tu vê şixulê ji mi ra biqedîne
dema ku qema qabirme zîvîn ji xwe ra li kêleka xwe dixîne
gidî çewa lêdixe dugme zirzê ji pola difirîne
hewar Xwedê ji kêfê ra gelo dişkênîne
derketî şaneşîna jorîn, şaneşîna di jêrîne
nihêrî qîza Tucar Axa dostê xwe va ketine xewê hay ji bayê felekê ca tunîne
li kêlekê disekine ji xwe ra wiha diniçîne
çavê xwe vekiriye ji xewa di şêrîne
nihêrî Qasidê Kulê Felekê, Ezrahîlê Kulê Felekê me şadike difirîne
were ho yoyo ho yoyo...
eman ho yoyo li mi seyranê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum