Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Emrê Min 1
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Emrê Min 1

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Were emrê min oy emrê min...
emrê min, emrê min, emrê min
wî de lê êy êy...
lê kubarê sibe ye vê sibengê malxirabê mi ji te ra nego tu xwe mede banê qesré gavê din da gelo tûncika narincî şe meke malxirabê bi tilî û bêçiyê balmûmi malxirabê gelo vê sibengê mendîla li destê xwe
bi ser mi da ji xwe ra mehejîne, li ba meke
ca tu rabe hey bêbextê lê gelo derd û kulê dilê mi pir e pir gelek e birînê mi kewa xwe dîtine
ez ji te ra sond bixwim teze birînê mi neherişîne
sebrê vê sibengê derd û kulê mi tevra meke
Were emrê min oy emrê min...
emrê min, emrê min, emrê min
lê lê sebrê sibe ye sebra dilê mi ne li mal e
ez gava te nebînim bê te nayê sebra dilê mi sebrê ax sebra mi sebra mi
Erê emrê min emrê min...
sebrê sibe ye vê sibengê ezê ji te ra bêjim kanê sebra dilê min berxê tu rabe bala xwe bidê ezê derketim banê qesrê
gundo tu xirav bî gelo vê sibengê bi hewar û gazî
minê bala xwe berdayê kawa min a kubar i nazik i nazenîn
gelo vê sibengê tu kew î, tu gozel î, gelo tu qaz î
hela rabe xwe berde vê sibengê gera biniya mala malxirabê devê golê xêmûr rabe sazî
hey bêbextê tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabê
te goştê mi xwarî hestîkê dilê mi hîştibû rût û tazî
lo bêbexto te ez kal û pîr dikirim tu çi ji hestiyê canê mi dixwazî
Emrê min oy emrê min...
emrê min, emrê min, emrê min
wey gundîno sibe ye sebra dilê mi ne li mal e
berxê ezê vê sibengê hetanî bejna zirav nebînim nayê sebra mi sebrê, sebra mi sebrê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.