Şarkı Sözleri
Erebê sibe ye Erebê me ji beriyê hatin hatin ê hayê hayê hayê... lê hatin hatin
gundo tu xirav bî tu bala xwe bidê
çît û perdê konê xwe kutandin
derê xurcê xwe bişkavtin
anemetê der û cinar û gundî û maliya temamî bela kirin
anemetê xelkê minî têlî delalî şebabî fodil
kirine binê çokê xwe veşartin Ereba mi yar yar
ax yar yar yar... yar Ereba mi yar
Erebê sibe ye Erebê me ji beriyê têne têne hayê eman hûy yû yû hûy... ê ha yar yar ê ha yar yar... mi dî sibe ye Erebê me ji beriyê têne têne tu dêhna xwe bidê vê sibengê
pêwr û mêzîn li esmana ji xwe ra terin têne
lawko tu dêhna xwe bidê
cotê zer memika fenanî cotek karî karxezala
êvarê heta mîla ber şefekê rêka lawkê mi dipêne dilo
ax ha yar yar ê ha yar yar
yar
Gelî gundî cînarno vê sibengê dibê tu çima xew nakî çava mi go xelkê minê telî delalî şebabî fodil
ji xwe ra vê sibengê berê xwe dabû welatê qurbetê
malxirabo go saet ji saetê derbas bûye
go mala te xirav bî tu nizani vê sibengê
lawkê minê cindî tim û tim cara ehlê şevê ne lawko de yar yar ê ha yar yar ê ha ha yar yar.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum