Şarkı Sözleri
Gidiyê bê Esmerê wele nabe hê hê bîle nabe
yeman dilê rezîl di kaviliyê gunda da ketiyê hê hê wey Xwedêyo ro li huba dila nabe
Esmer te yê dilê mi kiriye fena gurzek gîhayê kode
li bêlanê bilind agir pêkeve ba lê rabe
eman Esmer hê hê Esmer horî
yeman gidî gelo keçka taxa jorîn
xweziya tu ji mi ra bibiya bermaliya teze ezê bibûma malxoy minê bigota
bermaliya teze ez bi qurban hê hê ez bi gorî
De lo lo de lo lo...
lawiko mi ji te ra nego hayê bi min hayê çare nabe
li me rabiye Feratê şewitiya Bêlecûkê kambaxa Ambarçayê de rabe vê sibengê kî dîtiye kî bînaye
kewa gozel hef tsala rêka merû bekle ke
di sala heyşta da merû were bi mêvanî
bibe mêvanê taxima sing û bera
bibê gidîno taxima sing û berê kewa gozel reş e deq lê nayê ay felekê hê mala te xira be
ezê ji bona çav û buriyê belek malxirabo nexweş im ez dimirim tu dêhna xwe bidê ji êvara Xwedê da çûme berf e nayê
Ê de lê lê dê de lê lê...
gelî heval û hogirno vê sibengê hûn dêhna xwe bidinê kewa min e gozel e gogerçîn ji mal derket dere
Xwedê xira bike vê sibengê li sêrî şara zer e
li piştê xaskember e
tu dêhna xwe bidê şam û qutniyê Helebê
li bejna tenik û zirav wey Xwedêyo ji xwe ra bû qenter e tu dêhna xwe bidê kewa min e gozel e gogerçîn
xwûnşîrîn e devliken e wey Xwedêyo gerdenzer e
tu dêhna xwe bidê vê sibengê ji xwe piçûk e
reben ez im lo pir esmer e
migo Esmerê ezê bi te kim tuyê bi Xwedê kê
ew gotina gavê din da te ji min ra gotiye mi tu negotiye gelî heval û hogirno di orta me da xelkê kiriye fesadî şeytanî ez ji te ra sond bixwim bi serê Resûlê Ekrem bi pêximbere mi negotiye Esmera mi vê sibengê yeke qemer e deq lê nayê mi gotiye vê sibengê xwûnşîrîn e, devliken e
ez ji te ra sond bixwim muhuba dilê mi ji xwe ra yek e rengesmer e
Were were were...
ax were were huba dila were
ax eman eman eman eman...
êtîmo te ez helandim kirime qûmê devê kaniyan û çema tu bala xwe bidê ava malxirab dikişiya qûma hûr jê nema îro çendê mi temam bû heliyame bi qirama bi derama lê lê dê de lê lê fena mûm û şema
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum