Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Esmera’m Were
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Esmera’m Were

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Esmera dilê mi, mi ji te ra nego meçe bi çiyê da
were were were were...
bê dîlbera dilê mi gelo ji xwe ra xwe li ba meke
tu nizanî derdê dilê mi pir e sebrê keder û mereqê mi gelek e ezê ji Rebê Jorîn rica û dîlekê bikim
belkî miradê bê dil ji canik camêra ra hasil neke
sebrê tu nizanî xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav, çav û buryê reş û reşbelek e
Esmer were Esmer were Esmera mi were
kedera dila mi were bê mereqa giran were
çend salê mi temam bû birîna mi kewa xwe girtibû
te çima serê birîna mi herişand
fenanî tîrek ji tîrê merû ji xwe ra baniya etegê bircê Kela Mûsilê hela bala xwe bidê hêdî hêdî ji xwe ra derkeve bê sebrê bidi der e
Esmer digo lawiko ezê bi Kela Mûsilê diketim dilê min û te ra bi dar û bî ne ez ji te ra sond bixwim Esmer gul e fenanî guleke nav rihana jê bi bîn e herçî xort û bendê welatê me bira temam berhev bibin
herkesî pelekî ji xwe ra jê biqetîne
ez ji te ra sond bixwim birînê te kewa xwe dîbû mi îro herişandiye ezê bi tilî bêçiyê balmûmî li kêlekê rûnêm derman bikim bikewînim bira keser û mereqa dilê lawikê mi ji xwe ra cî û mekanê xwe bibîne gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji min nekin
felek fanî ye boş dunya ye, dunyake derewîn e
bira kedera giran mereqa xirav
di dilê xelkê minê telî delalî şebabî fodil da qet nemîne

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.