Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Esmera Şukrî
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Esmera Şukrî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê Esmer heyran hela rabe di kaviliyê gunda da minê tu xêr nedî wî hî hî hî... ê hê hê hê hê hê ji vî dilî
Esmer heyran gelo minê tu xêr nedî ji te, ji xwe hê hê hê... ji vî dilî gidîno bejna Esmera Şukrî sergela qîzan û bûka fenanî tayê rihanê malxirabo di mêrg û çîmenê mala bavê mi da vê sibengê
li ber gulê û sosinê, rihan û leymûnê, dar û darçînê, kok û qerenfîlê li pelê suhê û pêjekê ra daw didîtin
wargê Mala Ereb Axa li ber bêxwediya pîltanê bi heftê du terza dixemilî Esmer temam derd û kulê te ne li min ê hê hê hê... li vî dilî
sala par vî çaxî va teyê derbekî pûçê bê derman li bedena mi peyda kir ezê li bajara geriyam li bajara Diyarbekir
li ser doxtor û hekîm û sertebîbê di dewletê
mi go doxtoro bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
tuyê dermanekî li mi, li vê birînê kî
go mala te xirav be herçî kesê ku tîra eşqê li serê dilê wî bixîne
dermanê birîna wî li ba mi nîne
tîra eşqê li serê dilê te daye, dermanê birîna te tunîne
minê xwe berdabû welatekî ji welatê me Serhedê
orta herçar malê malbatê rastê bejna zirav dihatim
mi dî serê şuştî ê hê hê hê... porî şil î
tev zalimê kûzê desta ê hê hê hê... cêrî li mil î
ber bi kaniya binya Mala Ereb Axa berjêr dimeşiya gundo
ezê diçûm pêşiyê hê hê hê dimilmilî
minê destê xwe dabû desta, pêçiyê xwe avêtin nava dêmê gulî,
ramîsanek li dêmê gulî, yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî, xal û xetê di gerdenê, xebxebkê ber guhara,
nîşanê nava zerbistana jê kerem kir
gelî gundî cînarno ezê rabim ser kêf û taqeta kewna xortaniyê emrê çarde salî kêf taqeta di ewilî dilo ûy dilo ûy dilo ûy...
ê hey dilo ê hey dilo ê hey dilo

Bê rebeno dilo hêsîro dilo tengezar û hustûxwaro dilo
bi rojê bi kêf û eşqo şevê nîvê di şevê serê xwe davêje xewa şîrîn e malikxirav dilê rezîlê mi dil tê da dikeve bîrê
vê sibengê serê xwe ji xewa şîrîn bilind dike
alikî bi derdo, şeş pa bi kulo
fena êmîşê ber îskela Mêrsînê,
fenanî pûrteqalê Dortyolê, fena tiryê şewitiya Têrsûsê
fenanî hinarê Bêlecûkê, fenanî sêvê ji sêvê welatê me Serhedê bi Xelatê fena gûzek ji gûzê şewitiya Elcewazê qaşilteniko reben ez im bi kakilo bê Esmer Esmer were
ew zalimê vê sibengê çavê mi li rêka derî diqerimî
qet û qametê şîrîn kengê ji malê hê hê hê derkev der e
mi dî ji birca belek derket der e
te li sêrê hê hê hê... şara zer e
gidîno te li piştê xas kember e
şam û qutniyê Helebê li bejna tenik û zirav hê hê bû qenter e
hûnê pirsa Esmera delal ji mi dikin
di linga da qondera Entabê çar tiliya bilind e, reben ez im nikari pê zû were
gelî gundî cînarno hûnê ji mi dipirsin dibên
Esmer yeka bi çi rengî bû tu ji bo Esmera xwe kûr dinalî
Esmer yeka bejnzirav e, çavbikil e, biskbitêl e
çepildirêj e, porkej e, navqendîl e
xwûnşêrîn e reben ez im hê hê hê... gerdenzer e
gidîno gerdenzerê reng esmer e
Esmer ezê bi te kim tu Rebî dihebîne
ezê meş kim kaniya biniya Mala Ereb Axa
bi awirê çava, bi qinyatê dila, bi işaretê desta bang te bikim tu Xwedê dihebînî meskên hê hê zû bike were.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.