Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Esmerê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Esmerê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Esmera mi sekinî li banê qesrê li ber pencerê gelo tûncik şe kir
vê sibengê destê xwe hejandî mendîl li ba kir
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji mi nekin
îro ji êvar da derdê dilê mi temamî ji xwe ra birînê mi kewa xwe dîbûn Esmerê te çima birînê mi herişand, derd û kulê dilê mi bi temamî rakir esmerê te çima dostê mi kor kirin, dijmina ji xwe ra li mi şakir
were yeman de
yeman yeman...
yeman ez birîndarê te me gidî
Esmera min sekinî li banê qesrê gelo li ber pencerê
tu dêhna xwe bidê ji gavê din da gelo bi min ra mijûl dibû
malxirabo tu bala xwe bidê ez bûm aşiqê bejn û bala te kubarê, te esmerê
tu were qasekî emê vê sibengê ji malê derkeve gelo wa tu derê
ezê destê xwe bidim desta
devê xwe bikim xal û xetê gerdena te xişîmê,
te nezanê gelo xeberxweşê, rengesmerê
ew çi bêbextî bû ji gavê din da te serê dilê min xistiye derba kêrê berxê tîra vê xencerê yeman de
yeman yeman
yeman ez gune me gidî
Esmera mi berjêr diçû gelo ji derdê dilê rezîl ra vê sibengê tûncik şe kir
berê xwe dabû mehela tewra jêrê
hela bala xwe bidê xort û bendê mehela me temamî derketin
xwe dani ber pencera tu sêr biki vê sibengê li bejna zirav dikin sêrê
gelê gundî cînarno girêdana kawa kubar û nazik û nazenîn
fenanî vê sibengê malxirabo qîz û bûkê eşîrê
na wele reşkonê xwe dikutin li xîmê binê beriya tewra jêrê malxirabo tu sêr bikî kewa gozel î gogerçîn
girtin dane kotî miskînê nemerdî heramî mêra
hela bala xwe bidê li şansê mi keçikê, mi kubarê, mi şêrînê
gelî gundî cinarna vê sibengê ji xwe ra mi bêxêrê

were yeman
de lo yeman...
lo yeman ez evdal im gidî
Esmera mi berjêr diçe gelî gundî cînarno tu sêr bike vê sibengê ji derdê kula dilê xwe ra digot û dikire fîxan û zarîn
kawê kubarê tu bala xwe bidê vê sibengê
mi dî reşêşekî baranê pê ra hûrik hûrik ji xwe ra wa dibarî kewê gozelê te dilê mi kirî hêlînek ji hêlîna teyrê ji teyrê narîn malxirabê ji kedera dilê min û te ra vê sibengê çi bikim bê lome be tu bala xwe bidê bê xwedayî bû gelo di ser min û te da agir dibarî ezê li kêleka kewa gozel i gogerçîn i nazik û nazenîn rûnêm ji derd û kulê dilê xwe ra bibêjim
bira kawa mina kubar i nazik i nazdenîn ji derdê dilê rezil ra gelo vê sibengê biki fîxan û zarîn
de lo yeman de lo yeman
lo yeman ez fîrar im gidî
Esmera mi sekinî li banê qesrê hatî bi ordama qazê, bi meşa quling vê sibengê di ber mi ra derbas dibû difitilî
gelî gundî û cînarno ezê çi bikim vê sibengê li banê qesrê nedîbû tu bala xwe bidê gelo ji xwe ra nefikirî
minê li ber pacê û pencerê sekinî kubara min ji dilê xwe ra dibêje dilûbîne ji derdê dilê xwe ra tev digirî
lê lê Sebrê belkî Xaliqê Alemê Rebê Jorîn webalê min û te va ji dê û bavê te bixwaze
çewa tu dane kotî miskînê nemerdî heramî mêrê xirab
tu sêr bike vê sibengê ez çi bikim
roja piştî roja bû berxê ji xwe ra dibuhurî
de lo yeman de lo yeman
lo yeman dil bi kul im gidî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.