Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Evdalê Zeynikê Û Şêx Silê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Evdalê Zeynikê Û Şêx Silê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo yeman lo yeman lo yeman lo
lo ez Evdal im yeman yeman...
Evdal digo Şêx Silê gelo mi ji te ra nego Dîdem e xweş Dîdem e
ê rebeno gelo mi ji te ra nego Dîdem e xweş Dîdem e
singê mi kitûka dengbêja zarê mi qelem e
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
ezê vê sibengê av û rizqê Evdalê Zeynê rakim gelo
ji ber bextê lawê Tarxan re
tu sêr bike vê sibengê malxirabo ji topraxê Şahê Ecem e
lo yeman lo yeman ez Evdal im gidî
Ê Şêx Silê digo Evdalo ez bi heyran sibe ye
vê sibengê malxirabo tu sêr bike
hey malmîrat ezê diçûme Şam û Heleb, Diyarbekir gobeka dinê
tu sêr bike bihara welatê me hatiye
gul û sosin rabûne ji xwe ra xal ketinê
hey malmîrat tu sêr bike Evdalê Zeynê rizqê xwe ji Xwedê naxwaze çawa daye ser milê Mala Surmelî Mehmed Paşa gelo
her çar malê vê Torinê
lo yeman were lo yeman lo yeman lo
yeman lo yeman ez Evdal im gidî
Werî lo yeman
Evdal digo Şêx Silê ezê diçûme vê sibengê şewitiya dîdemê
bişewiti li Feratî çayê
hey malmîrat tu sêr bike vê sibengê
ez ji tera tim û tim cara dibêjim hayê bi min hayê
ocaxkoro vê sibengê tu ji xwe ra were rayê

eger gava tu neyê rayê
eze di dîwana Tarxan da yeke wisa bînim serê te da heyanî tu sax bî bê gotinê li dewrana vê dunyayê
lo yeman were lo yeman lo yeman lo yeman lo yeman ez Evdal im gidî
Were lo yeman Şêx Silê digo Evdal ez bi heyran sibe ye vê sibengê malxirabo ezê digeriyam ocaxkoro gelo vê sibengê li Şam, Halebê, li Diyarbekir li gobeka dinê
malxirabo tu sêr bike ezê rûniştim
li devê Firat û Dîcleyê gelo vê Çemê Payê
hey malmîrat ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
mi sond xwarî ezê di dîwana Tarxan da
yeke wisa bînim serê te heya dunya xweş ava be bê gotinê li dunyayê ocaxkoro ezê av û rizqê te rakim vê sibengê ji cem Mala Surmelî Mehmed Paşa
hey malmîrat ezê av û rizqê te rakim ji topraxa vê Tirkiyayê
lo yeman werî lo yeman lo yeman
lo yeman lo yeman ez Evdal im gidî
Evdal dibê Şêx Silê sibe ye vê sibengê malxirabo tu sêr bike
ezê diçûme Dîdemê wa li van kaşa
tu sêr bike vê sibengê tilî bêçiyê Surmelî Paşa ji xwe ra
li gustîla li van qaşa
ocaxkoro vê sibengê sîngê mi gurregurr e
di ser te da fenanî avê li van aşa
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê malxirabo heya dunya xweş ava be
tu cara terka Evdalê Zeynê nadim sûlala Surmelî Mehmed Paşa
hey malmîrat tu sêr bike ezê yeka wisa bînim serê te da
fenanî meriv ji xwe ra neyne serê van qerwaşan

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.