Şarkı Sözleri
Evdêl ez bi heyran hela rabe îşev hîv i hîveron e delêl ez bi qurban hela rabe îşev hîv i lo hîveron e ca rab tu bala xwe bidê
mi dî şewq û şemalekî xwe dabû hêlî konî Erebî
ez nizanim mûm e, nizanim meşhel e, nizanim çira don e
li pişta konê Erebî difetîlîm minê dêhna xwe dabû timtêla xerîb
mi dî bejna zirav li ber dara spîndarê sekinî
gelî gundî cînarno desta da teşiya di mîşone
li ser zend spî kulî hiriya di
qerqaş bû
derd û kulê dunyayê dibêje dirêse
ji êvar da rêka Sincarî Talo egîtê mêr û mêrxasa bekle diki sêr bike ji kedera dilê rezîl ra xwe ra xwe dabû kone
Evdêl Evdêl Evdêl im Evdêl
Evdalî ji Mala Evdêlo delalî ji Mala Delêlo xwedanî Sincarî Talo bi dox û bi hefsêro
tu sêr bike malxirabo kê dîtî kê bînaye
heft salî da dilê meriv di qîzekî da be merû peyakî xirav be nikare ji nav dest û pê pencê dost û dujmina derîne
li ber çavê merû kubara şêrîn bidine mêro Evdêl im Evdêl
Evdêl ca rabi rabe
ez ji te ra sond bixwim malxirabo îro ji êvara Xwedê da
konê mala bavê mi konekî giranê jorî qehîm e
dikim nakim vê sibengê taqet nagêjê quwet jê nabe
êla mala bavê mi rebenê êleke giran e
dikim nakim gelo bi topan û tivinga, bi rima tu belav nabe
hey bêbexto ji gavê din da
ew hustû xwarkirina te hustûyê xwe xwar kiriye
li derê konê Erebî sekinî ji dûr va li mi mêze dikî
te dilê mi kirî fenanî gurzik gihayê kode li bêlanê bilind agir pê keve
wey
bêbexto tu sêr bike ji xwe ra bayê biharê ku lê rabe Evdêl
Evdêl Evdêl Evdêl im Evdêl
Evdêlî ji Mala Evdêlo Delêlî ji Mala Delêlo
xwedanî Sincarî Talo gelo bi dox û bi hefsêro
tu sêr bike kê dîtî kê bînaye heft salî da dosteke merû hebe ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê quwet û taqeta mera negêjê marû nava pencê xelkê derîne çawa li ber çavê merû di kaviliyê gunda da bidin mêro Evdêl im Evdêl.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum