Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Eyşa Îbê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Eyşa Îbê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De lo lo lo...
Hemo lo berxê taliya dilê mi ji te ra nego tu mere welatê xerîb û xerîbistanê
îsal û çend salê mi gulîbirê temam bû
gelo tu ser bike vê sibengê mi rebena Xwedê dû te ra tu mal nekir
ca tu rabi emê bi destê hevdu bigirin
meskine îskela Bêleka şewitî, li qayîkan û gemiya temaşe kin
mi rebenê serê xwe ji xew hilanî
mi dî qîzeke cînara serê xwe di pacê ra deranî go Eyşê lê Eyşa Îbê, bînbaşiya qîzan û bûkan mizgîniya mi ji te ra Hemê Hacî lawê Gozê xwedanê martêliyê berxê Mala Şero
bi tevê hevalê xwe ji raw nêçîrê fetilîn
minê mêze kirî li nav milê wan ebayê Besra ne vê sibengê malxirabo li sêrî egal û kefî ne
ser egal û kefiya ra şemlê Erebî ne
ser çatmê biriya da neqşandî ne mêl û xwar e
tu sêr bike vê sibengê hicûmek dane derê mala bavê mi gulîbirê ezê nizanim ji gavê din da kor bûm
nizanim perde ketibû ber çavê mi rebenê
minê vê sibengê rêvaçûyîn û timtêla Hamê xwe nê Hacî
hey wax li mi lo qe nas nekir
Hemo lo lo lo berxo sibe ye mi ji te ra nego vê sibengê
ezê çûme bajara Qenterizê bişewite ji dilê min û te ra wa bi dar i
gelo vê sibengê malxirabo tu bala xwe bidê
bajara Qenterizê şehrekî pir giran e
hezar û pênsid mal e
mi dî Hamê Hacî lawê Gozê
xwedanê martêliyê
qaçax û firyarê dewletê
bi tabûr û eskerê nîzamê va li ser piştê manegiya siwar e
tivingê wan e li alîkî li milan e
rimê wan e ber tengê manegiya ne li sêrî egal û kefî ne
ser egal û kefiya ra şemlê Erebî ne
ser çatmê biriya da neqşandî ne mêl û xwar e ji bajara Qenterizê ji jor da hate xwar e diçûme pêşiya qîz û bûkê bajarê Qenterizê mi dî şeqêşeqê tiliyê wan e
her yekî desmalekî hevirmûş li ser desta ne tilî bêçî fenanî malxirabo hubrê qeleman e çavê xwe reş kildane
buryê tenik i fenanî têla qeytan e
tu dêhna xwe bidê serê memkane sor e binî spî ne
fenanî fîncanê ji fîncanê ferfûrî ne gerdenê êlî fenanî gerdenê qazan e pozê piçûkê fena nikulê di kewan e lêvê tenik e fenanî kaxitê Îran e
diranê hûr e fenanî heba mircan e
bi Alemanî, bi Tirkî, bi Kurmancî, bi Firengî, bi Tatî, bi Lazî
bi heftê û du zimana bi hevdu ra mijûl bûne bi hevdu ra qisedane
minê suwal û pirsa Hemê Hacî lawê Gozê
xwedanê martêliya
qaçax û firyarê dewletê
bi tabûr û eskerê nîzamê
mi pirskirî ji van qîzan û bûkani
mi dî xwedanekî xêra rabû ser darê pêyan e go Eyşê lê Eyşa Îbê, bînbaşya qîzan û bûkanê
sibe bû Hemê Hacî lawê Gozê xwedanê martêliyê qaçax û firyarê dewletê
îro sê roj û sê şev e xwe berdane Binê Xetê çûne qe ne li mal e
De lo lo Hemo lo berxê taliya dilê mi ji te ra nego
tu mere bajarekî ji bajarê Qenterizê şehrekî pir giran e çiya mezin e
temiya mi li te be belkî agir bigire ji sêrî şewat were bine diçî bajara Qenterizê li jorê dîwana rûnê
li kêlekê axa û axalera began û beglera tu cara li bin pêyê oda rûmenê
nava gede û gûde, cahil û cûhela
methê mêraniya xwe nede li xwe mepesine
nebê yeka fenanî Eyşa Îbê, bînbaşiya qîzan û bûka dosta min e
xort û bendê bajara Qenterizê pir gelek in li xwe meke bi dujmine yekê di kuçekî da kevirekî bin çenga te bixîne
tê bibêjî Eyşa Îbê, bînbaşiya qîzan û bûka
di çardeh saliya emrê mi da bû sebebê qetla min e
Lo dewran lo dewran lo dewran...
ez ji dewrana
Dunyalikê danîme bejnzirava, çavbikila, biskbitêla, çepildirêja, porkeja, navqendîla, malxirabo gerdenzera qîz û bûke me eşîrê tu dêhna xwe bidê vê sibengê bejnzirava na wele dêrehêşîna, mêzerspiya xaliqo Rebyo tu dêhna xwe bidyê mêzerçîta,
laçikspiya, gelo kofîkêla, heywax li min kitangewra
bira Xaliqê Alemê Rebê di Jorîn mîrê di mîra
miradê miradxwaza hasil bikira
miradê min û Hemê Hacî lawê Gozê bi tevahî
Li deşta Surûcê, li kûraniya Bişêriyê
li germe germistana rasta Heranê
tu sêr bike gelo li Rasta Gewra
heya dunya xweş ava be
ezê li pişt Hemê Hacî lawê Gozê
xwedanê martêliyê qaçax û firyarê dewletê
ezê rûnêm ji vê birîna dilê xwe ra bibêjim Hem Hemo bê Hemîdo hû lo dîsa dewran.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.