Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez Gul im Gula Di Zinêr Da
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ez Gul im Gula Di Zinêr Da

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ê lê Gulê ezê gul im gula ber qefayê hey wayê hey wayê
ê lê ez gul im gula ber qefayê
Xwedê bi dê û bavê mi ra qebûl meke qe hilmede
lawikê cindî mal di gund da
mine tê dixwestin mi nedayê
girtim dame kotî miskînî nemerdî heramî mêra
xelkê gulê xwe çinîne
gula mi malxirabo mabû li qeyayê asê
çilmisiye sê pa ji surê ji sermayê
te ez dîn û har dikirim berdame rû dunyayê
hey wayê ha hayê.
eman hey wayê hey wayê,

berxê heya dunya xweş ava be ezê ji te ra bibêjim hey waê
felek fanî ye boş dunya ye
emre ku çû nazivire bi şûn da gêrî nayê
te ez dîn û har dikirim berdame rû dunyayê
sebrê aqûbeta min û te va tu dêhna xwe bidê bû aqûbeta Mem û Zînê, Hesen û Belqîzayê sebrê Úsiv û Zulêxayê
Rebî mi ji te ra nego ne ez gune me Xwedao ne ez gune me
şefaet ji Resûlê Ekrem be, rihmet ji te be
di kaviliyê gunda da ez qûl û evdê te me
Ê lê Gulê rebenê ezê gul im gula di zinar da hey waê ha hayê ha hayê
eman hey waê hey waê,
gidî ez gul im gula di zinar da
xelkê gulê xwe çinîne
gula mi mabû li qeyayê asê
li bêlanê bilind bi ser mi da sî û mêl û xwar da

mi sond xwarî terka bejna zirav nadim heya serê mi nedin ber tawan û şidêdan
bi destê mi negirin mi daneyne qebra reş û tarî qebra germ û sar da
zalimê te ez xapandim ji par û pêrar da
ê hey waê ha hayê
eman hey waê hey waê,
berxê heya dunya xweş ava be ezê ji te ra bibêjim heywaê
felek fanî ye boş dunya ye
bi gênciya xwe guven mebe
emre ku çû nazivire bi şûn da nayê
te ez dîn û har dikirim berdame rû dunyayê aqûbeta min û te va bû aqûbeta Mem û Zînê, Hesen û Belqîzayê sebrê Úsiv û Zulêxayê
Rebî mi ji te ra nego ne ez gune me Xwedao ne ez gune me
şefaet li Resûlê Ekrem be, rihmet ji te be di kaviliyê gunda da ez qûl û evdê te me.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.