Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez Gune Me
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Ez Gune Me

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman...
eman eman lê ez gune me
lo lo lawiko mi ji te ra nego lo ez gune me
bêbexto di dêrisê gunda da ez şîwar û şerpeze me
bermaliya kotiyê mêra mêrê xirav mêrê geveze me
hewar Xwedê tu sêr bike vê sibengê ji qedera Rebê xwe da bi lome me ezê şevan û roja gelo li serê rê û dirba malxirabo lawikê xwe me
mi di konê mala bavê mi gulîbirê danîne li banê qasrê
tu sêr bike gelo li devê Ferêtî jêrîn li devî çem e
bêbexto gelo di dêrisê gunda da taxima sing û berê mi keçikê
ezê fananî rêka cade meydana hespê lawikê xwe me
were hû ê ê hû ê...
ax wê wê ez gune me
Lo lo ax eman eman eman...
lo lo hêtîmo tu navê mi nizanî gelo vê sibengê
bi navê şîrîn gelo navê mi Xêryayê
taxima sing û bêrê mi fena belekiya berfa Çiyayê Bîngolê
spî bike gelo li serê çilan û çiyayê
bêbexto gilî gazin û loma ji mi neke
bihara welatê me hatî berfa welatê xelkê tev heliyayê
taxima sing û berê mi fenanî belekya berfa li Çûlyê, li Maçûlyê
li Axuryê, li Sînê bi Sînegê, Qazgol û Bîngol, Şûşar û Tekman
li welatê me Serhedê li etegê Bîngolê cî da mayê
xelk ji mi dipirse dibê kewê gozelê gogerçînê
gelo sed yazixa vî singî, vî berî
çewa vê sibengê ketibû qar û bêqarê kotiyê di mêrayê
minê go gelî heval û hogirno ji min ra nebêjin van gilî gotina, mijûlyayê ez ji we ra sond bixwim vê sibengê malxirabo
taxima sing û berê mi li hêvya kekê Nafo gula suwara gelo ji xwe ra mayê

Ax eman eman eman...
eman hû ê eman eman lo li mi nemayê
Keçê mi kulmalê sibe ye gelo vê sibengê tu navê mi nizanî
ez ji te ra sond bixwim gelo vê sibengê navê mi evdalê Xwedê Nav Şêrîn e bejna mi ji te ra zirav e gelo ji tayê rihanê lo gulabîn e
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê enya mi kever e fenanî zozanî di jorîne hefsid malê Bêrtiya gelo ji xwe ra hatin lê danîne
bira sebra mi were ser kaniya jorîn rûnê nefsa xwe hilîne
sebrê gelo vê sibengê ez ji te ra sond bixwim
herçê kesê ku dest bavê taxima sing û berê Xêryayê
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê xêr û lezeta xwe nabîne yadê
Lo lo lo hû o hû o o hû o...
lawko gidî heft xwezila bi wî çaxî
tu werî li kêleka mi rûnê mijûl bî lo têr xeberdî
cigarekî ji titûna Semsûrê bikişînî dûkê cigarê di ser mi da berdî hey bêbexto gelo ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
ez bimrim vê sibengê tu çû gelo ji xwe ra bimînim
tu car terka lawkê cindî nadim hatanî nekevim binê vî erdî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.