Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez Nexweş im
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Ez Nexweş im

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Were kuro delalîko di kaviliyê gundê me da ez xezal im êtîmo dîno gelo vê sibengê ezê şevê nîvê di şevê da nexweş im ji çavê reş û belek ra him dibêjim ax hoy kûr dinalim
kesekî xwedanê xêra tune vê sibengê
qasekî bibêje kewa gozel ezê ji xwe ra reaya me, bê pergal im
ez koçer im, wî lo xirabmal im
sebra dilê mi ezê ji bona çavê reş û belek him dibêjim pê dinalim eman eman eman... tu sebra min î
erê kuro delalîko eza diçûme warê jorîn Warê Silê minê ji gavê din da bala xwe berdayê gelo vê sibengê sosin bibû ax mîvanê dara gulê
mi bi heyrana bejna zirav, dev û lêvê şekirî
gelo te di kaviliyê gunda da ez dîn û har kirime
fenanî merivekî ji halê birîna ax ji xwe ra tim û cara bibê lo pê dibile
Eman eman eman te bê sozê
eman eman eman sal xirab e
Erê kuro delalîko eza nexweş im, nexweşê nava ciya
bê lê bavo serê mi nagere tu balîfa, ax lo tu balgiya
minê dêhna xwe berdayê delalîkê dilê mi çû welatê xerîb û xerîbistanê çend salê wî temam bû li welatê lo qurbetiya
minê dêhna xwe berdayê ezê nexweş im bêhal im
êlik di çogê mi da nema, goştê mi heliya qîzekê cînara serê xwe di pacê ra deranî
go gozel delalê hela serê xwe bilind ke delalîkê dilê te ji qurbetê ax lo lo lo vegeriya, ez rebena Xwedê qidûm kete çogê mi da
mi destê xwe avêt kevirê dîwara derdê dilê rezîl rabûm piya
delalîkê dilê mi orta herdu deriya rastê mi evdala Xwedê dihato
minê devê xwe kiriye xal û xetê di gerdenê
simêla sori narincî hinarê nava rûya
Eman eman eman te bê sozê
eman eman eman sal xirab e.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.