
Şarkı Sözleri
Ez reben im hê hewû reben im ha ha ha hayê reben im reben im reben im reben im reben im... ezê bi rebena Bavê Salih peyayê bi tenê
mabû li welatê xerîb bê piştmêrî keko li kesîriyê da
Hedo digo Têlo rebenê sibe ye şerekî li me çêbû
li Çemê Xezaliyê, li ser Pira Batmanê, li Gura Seyîda bi kendal e dema Bavê Salih ji malê siwar bû bi sonda qesemê sond xwarî heya li meydanê neyê kuştinê
tu cara ji oxirê nazivire venagere male
dengê tivinga li ser serê egîtê mala bavê min nemayê nalenal e kalekal e gava li Bavê Salih dibû pêsîrtengiya di mêra
keskî xwedanxêr tunîne ji gavê din da
cuwabekî bide li Binxetê li ba Bavê Sulhedîn birayê dilşewitî
bi Tirkî nizanim bi Kurmancî leqeba wî ra dibejin Seyîdxanê Kal e bê agirê kulê bikeve mala Emerê Mihê, lawê Perîxanê
Eşîra Xiya, giregirê Badika
derbekî bi dest berdane bedena Bavê Salih peyayê Mala Ūsivê Seydo sêr bike gelo vê sibengê eşîr nemane malxirabo di eşîra da mêr nemane keskî xwedanxêr tune bi orta çapiliya xwe bigre
li meydanê ji peyayê mala bavê mi ra bibi balgîf û berpal e
Ez reben im hê reben im hê hê hê...
reben im reben im reben im reben im reben im...
ezê ji bona Bavê Salih peyayê bi tenê
mabû li welatê xerîb gelo bê piştmêrî keko li kesîriyê da
Hedo digo Têlo rebenê sibe ye şerekî li me çêbû qalekî li me qewimî li Çemê Xezaliyê,
li ser Pira Batmanê Gura Seyîda darî ter e
dema Bavê Salih ji malê siwar bû bi sonda qesemê sond xwarî heya li meydanê neyê kuştinê tu car ji oxirê nazivire venagere li ser serê egîtê mala bavê mi nemayê qerebalix e
ji gavê din da yeqîn şer e
dengê topan û tivinga li ser serê egîtê mala bavê min gulîbirê tere tê diziviri vedigire
vê sibengê peyayê mala bavê min bi dil û cîgerê xwe guven e heta neyê kuştinê di kozîka xwe da tevnagere
keseke xwedanxêr tune cuwabekî ji Binxetê ra behere
li ba Bavê Sulhedîn birayê dilşewitî
bi Tirkî nizanim bi Kurmancî leqeba wî ra dibejin Seyidxanê Kerr e bê agirê kulê bikeve mala Emerê Mihê, lawê Perîxanê
Eşîra Xiya, giregirê Badika
derbekî bi dest berdane bedena egîtê mala bavê mi gulîbira Xwedê keskî xwedanxêr tuni bi orta çapiliya xwe bigire
çend rojeka vê sibengê ji welatê Serhedê
gidî gelo li hewariya egîtê mala bavê min here
Ez reben im hê reben im hê hê hê reben im...
ezê bi rebena egîtê mala bavê xwe gulîbira Xwedê li welatê xerîb û xerîbistanê tu sêr bike gelo ji xwe ra mabû bê piştmêrî gelo wa bi tenê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum