Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez û Bejna Zirav Îro Dimeşyane Gera Biniya Mala
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ez û Bejna Zirav Îro Dimeşyane Gera Biniya Mala

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ez û bejna zirav îro dimeşyane gera biniya mala hela tu bala xwe bidê gelo li hafê bêdera
mi dî kewa gozel li xwe kirî şam û qutniyê Helebê
bi ser bejna tenik û zirav da berdabû şirikê lo van kembera
digo kuro delaliyo bihîstina mi bihîstiye
têyê mala xwe xira bikî ocaxê xwe kor bikî
wele terka min esmerê bikî gelo vê sibengê xalî bihêlî lo li van dera
hela tu were ramîsanekî li dev û lêvê şekirî,
li yanaxî ehmedî, terzê di hakîmi, li mi kerem ke
bê tu diçî welatê qurbetê
bira dilê te nebe meskenê kul û derd û lo van kesera hela were qasekî vê sibengê
ezê bi destê delaliyê dilê xwe bigirim
ji derdê dilê rezîl ra çend rojeka bigerînim nava çîlan û başa, gewra, lo reng esmera
Sebra dilê mi gelo vê sibengê malxirabê li me rabû çemek ji Çemê lo Badîşanê hela bala xwe bidê bejna gozele gogerçîn
îro zirav e ji tayê gulê ji şitla ax lo vê rihanê
digo kuro berxo bîhistina mi bihîstiye îro lawkê mi ji malê derketiye
caniya delaliyê dilê mi xeyîdî nayê lo ser leganê
hela rabe ezê qasekî bi destê delaliyê dilê xwe bigrim bi eşqa dilê rezîl çend rojeka derkevime welatê qurbetê li xerîbê lo xerîbistanê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.