Şarkı Sözleri
Ez û delalîka dilê xwe va ji malê derketin
emê îro herine çiyayê bilind ho berxê lê li zozana
kubarê ezê bi te kim tu Rebî dihebînî
tuyê şirikê bêxwediya xizêmê berdî ser lêvan û dirana
ezê qasekî werim rûnêm li odeka we ya misafira li nava mîvana
tu bi awirê çava, bi qinyatê dila, bi îşaretê desta bang mi bike ezê qasekî werim li alîkî malê destê xwe bavêm nava reş guliya devê xwe bikim xal û xetê di gerdenê,
xebxebkê ber guhara, nîşanê nava zer bistana
ramîsanekî li bejna zirav kerem kim
dema sibê berê xwe didî nava qîzan û bûkan û bêrîk û bêrîvana ewê ji te ra bêjin malxirabê sûretê te sor bûne
tu bêje mala bavê we xirav bê we qe derdê dila li xwe nediye
hûn nizanin delalîkê dilê mi îro misafirê me bû
ew sor bûnê dewsê ax lo ramîsana
Kuro delalîko sibe ye gera biniya mala bavê ho bê mi bi ce ye hêtîmo tu nizanî rêka gundê me bişewite rê cade ye
hatin û çûyin lê qiyale ye
kevir kuçkê li rû dunyayê bêxtê min û te ra mitale ye
ye
Quran û kitêvê rû dunyayê bextê min û te ra faleme lawiko tu were qasekî bikeve nava taxima sing û berê mi keçikê ez bi bextê te û Xwedê ketime
bira der û cînar û gundî malî bikin fesadiya xwe ye
tu nizanî va taxima sing û bera heft salî da mi xwedî kiriye bêbexto yoy yoy yoy ew zozanê te ye.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum