
Şarkı Sözleri
Lê lê Dîlber mi ji te ra nego berjêr meçe lo melûbîne tev zalimê vê sibengê gotina mi ji te ra gotiye
tu yaniş terî berxo lo lo wisa nîne
berxa dilê mi gelo girêdana te
fenanî girêdana Erebê xîmê binê Beriyê lo bi jêrîn e hela were qasekî li kêleka mi rûnê
cigarekî bikişîne qaskî nefesa lo lo xwe bistîne
dev û lêvê şekirî fenanî mircanê welatê jêrîn gelo lo hûrhûrî ne
şam û qutniyê Helebê li bejna tenik û zirav lo dibe tîne
îro ji êvar da rojê carekî cotê zer memika
li ser malxirabo vê sibengê siniya zîvîn dibir tîne
dabû qîz û bûkê êlê vê sibengê
li bostanê jêrîn ez rûniştî bûm
ji mi ra hedya yadîgar lo tev dişîne
Ax lo gorî ax lo gorî lo serêm gorî
ax lo gorî ax lo gorî
bê delaliyê dilê mi ji malê siwar bû li kumêtê kapreşê lo su bi morî
mi go kuro delaliyo tu najo derê konê jêrîn qasekî bajo li derê konê lo tewrê jorî
ezê bêjim siwarê kumêt
le serê mi bi heyran emrê mi bi gorî ax lo gorî ax lo gorî lo ez bi gorî
Lê lê Dîlberê mi ji tera nego mesekine li derê malê lo melûbîne
lo lo delalîko tu nizanî vê sibengê
îro fesad û şeytanê me di biniya mi ra derbas bûne
le gorî gorî gorî ax le gorî gorî gorî sebrê
lo lo delalîko fesad û şeytanê me
li biniya mi ra derbas bûne lo berjêr çûne
ez û delalîkê dilê xwe li gera biniya mala rastî hevdu hatin
li hevdu lo pîşman bûne
hela dêhna xwe bidê cotê zer memikê mi rebenê
fena cotek kewê gozelê lo gogerçîn e
îro ji êvara Xwedê da gelo ji xwe ra alîkî him Şênî ne him Botî ne
tu dêhna xwe bidê gelo him tî ne lo him birçî ne
bona dev û lêvê şekirî Xaliqo Rebiyo li gera biniya mala
tu dêhna xwe bidê hêsîr û lo feqîr bûne
lawkê cindî tu were qasekî li kêleka mi rûnê hêdî hêdî destê xwe bavê pêsîra mi rebenê de malxirabo kilîta cotê zer memika veke ez ji te ra sond bixwim bi çavê serê xwe bibîne.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum