Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez û Kewa Gozel
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ez û Kewa Gozel

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ez û bejna zirav îro ji êvar da
ax sekinî li derê malê gundo lo lo lo li ber şebekê minê bala xwe berdayê kewa gozel
îro li derê malê disekinî berxo gidî yar yar yar
ax kotiyê mêra ji derdê dilê rezîl ra ax lo lo lo li kêlekê berxa dilê mi tu nizanî çend salê mi temam bû
ez evdalê Xwedê dêrisê gunda da
bûm aşiqê te şêrînê xeberxweşê yar yar lo çavbelekê
ji bo Xwedê hûn şahde bin herçî kesê ramîsanekî li dev û lêvê şekirî
li yanaxî ehmedî terzê di hakîmî şemlê di Erebî lê kerem ke
bira bêje Rebiyo ji te şikir ax minê çar ro biriye ji Qasidê lo lo lo Qol Felekê
ax he hû li min he hû li min gundo
hê hû li min he hû li min lo ez gune me
Ez û kewa gozel emê li derê malê ax ji xwe ra bisekinî
berxo vê sibengê li gaza binê mala
hela werin sêr bikin li derdê min û kewa gozel
li birîna ax lo lo lo li van hala
minê destê xwe dabû, devê xwe kirî xal û xetê di gerdenê
binêre lo li sûretê rastê li bin guharê li nav nîşana lo li nava xala
kê dîtî meriv kewa gozel xortê çardeh salî bistîne
îro bide vê sibengê ser donzdeh hewiya berxo ax lo pîs û kala
minê bala xwe berdayê
cote elbê toqatî avêtî zendê zer badayî meşmeş kiriye ser kaniyê
ezê heyrê mame li girêdanê lo lo lo li bejn û bala
mi go ha wer mala ha wer mala
Ez û kewa gozel li derê malê îro disekinî gelo li derê konê jêrîn lo lo li vî girî mi dî çavê reş û belek cote elbê toqatî hilaniye îro ji xwe ra li kon lo difetilî ez evdala Xwedê çûme pêşiyê, ezê çûme pêşiyê mi go bejna zirav
ezê bi te kim gelo tuyê bidî xatirê Rebê Jorîn wî Şêx Bekirî
tuyê ramîsanekî li mi kerem ke xelk bu aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav dev û lêvê şekirî
ha wer mala ha wer mala lo ez gune me.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.