Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez Xêrya Me
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Ez Xêrya Me

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

hay lo li min hay lo li min
hay lo li min lo li min ez Xêrya me
Ez rebena Xwedê fenanî çûçika serê rê û lo li min lo bi dirba me ez li serê rêka Safya rêka Bavê Beced bekle dikim
ezê ji xwe ra gelo vê sibengê senîm serê rêka lo li min lo di Safya me
ezê li hêviya Bavê Beced Şêxê kubar lo li min lo ji xwe ra mame Bavê Beced ger tu şêx î ez axa me
gidyo tu layiq î lo li min lo ez hempa me
hay lo li mi Xêrya dînê
hay lo li min hay lo li min
hay lo li min lo li min lo Xêrya dînê
Ez rebena Xwedê fenanî çûçika sibê
serê rêka Safya terim têmo lo li min lo diwîtînim
hela bala xwe bidê gelo ji tîpên siwarê şêxa
ji xwe ra li rêka Safya lo li min lo tev dibînim bona Bavê Beced ezê nexweşê bêhal im
gelo ji mal dertêm gidî lo li min lo dilbirîn im
xelk bû aşiqê mal û halê temelê dunyalikê
ez rebena Xwedê bûm malxirabo
bi harisê koloz belê Şêxa
na wele Bavê Beced şêxê kubar, siwarê lo li min lo di pêşîn im ez rebena Xwedê Xêrya Hecî
xwedanê kurtkê spî dêlî lo li min lo dorhêşîn im
ezê herime pêşiya Bavê Beced teklif kim
heya yalî malê lo li min lo ji xwe ra bînim
ez ji we ra sond bixwim bi Qurana mubîn
xêr ji Bavê Beced tu xortê xelkê lo li min lo nahebînim ezê şeva îşev nava taxima sing û berê xwe da xewra bikim lo li min lo bihewînim hay lo li min Xêrya dînê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.