Şarkı Sözleri
Le wey lê wey lê...
kuro kulmalo ezê xezal im xezala çiyay mezin çiyay mezin
êtîmo tu sêr bike nêçîrvana xezala mi rakirin
tajî û tûlê xwe berdanê
li dû xezala mi direvin wa dibezin
hayê wey lê ax hayê wey lê...
ez birîndarim Xwedao
De lo lo lawiko vê sibengê welatê Şêrwan nêçîrvanê qit bûn
welatê me rabûne Ereb in Erebê jê di Unus in
li serê wan e egal û kefî ne
destê wan da cûnuhê balmûmî ne
binê wan da seglavî ne
navê wanê navtajî ne
simê wan e simkodî ne dêlî wan e dêlqamçî ne gerdenê wan e ziravê êlî ne guhê wan e kêvrîşkî ne di hevraz ra dibezîne
di berjêr ra dixarîne
ketine ser şopa
fenanê şopa ruvî
xezalê fenanê Şopa xezala
li serê kevir û kuçika
li ser qûm û qûmistana Bulanixê digerînin
tu sêr bike vê sibengê malxirabo
xezala mi ji xwe ra xwe dabû ber sûra vê bedenê
tu dêhna xwe bidê ocaxê te kor be gelo ji gavê din da
nêçîrvano bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
tuyê xezala mi berdî
nêçîrvanê vê xezalê îsal çend salê mi temam bû dîsa ez im hayê
hayê wey lê ax hayê wey lê...
ez birîndarim Xwedao
Le wey lê wey lê yê...
kuro kulmalo ezê xezal im xezala vî Yêmenê vê Yêmenê
tu sêr bike bîrîncî alayî îkîncî tabûr rûniştine li serê têl û têlgrafa cî û mekanê xezala mi têl li ser têlê didane
nêçîrvano bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
gidî welatê Şêrwan nêçîrvanê qit bûn
li welatê me rabûne Ereb in Erebê jê di Unus in
li serê wan e egal û kefî ne
destê wan da cûnuhê balmûmî ne
binê wan da seglavî ne
navê wanê navtajî ne
simê wan e simkodî ne
dêlî wan e dêlqamçî ne gerdenê wan e ziravê êlî ne guhê wan e kêvrîşkî ne di hevraz ra dibezîne
di berjêr ra dixarîne
tu sêr bike gelo çift û çift lêdixîne
xezala mi distîne
gelî gund û cînarno gazin û loma ji mi nekin
îsal heft salê mi temam bû
minê ramîsanekî ji xezala xwe kerem kiriye
sal hatiye sala heyşta ji binê zimanê min dernakeve tema vê ramîsanê
hayê wey lê ax wayê li mi hayê...
ez birîndar im Xwedao
Le wey lê wey lê...
kuro kulmalo ezê xezal im xezala çiyay jê di Kursî
bîrîncî alayî îkîncî tabûr rûniştine serê têl û têlgrafa cî û mekanê xezala mi nema têl didane jê dipirsî
wayê wey lê hayê wey lê hayê dilo hayê li min hayê gidî hayê derdo bîrîncî alayî îkîncî tabûr rûniştine serê têl û têlgrafa
cî û mekanê xezala mi nema têl didane jê dipirsî
gelî gund û cînarno gazin û loma ji mi nekin
taxima sing û berê xezala mi fenanî belekiya çiyayê Bîngolê
minê devê xwe kutaye
nêçîrvano ezê bi we kim, hûnê bi Xwedê kin
xezala mi xezala welatê Serhed e
gelo vê sibengê welatê me nêçîrvanê qit bûn
ji welatê Şêrwan rabûne Ereb in Erebê jê di Unus in
li serê wan e egal û kefî ne
destê wan da cûnuhê balmûmî ne
di binê wan da seglavî ne
navê wanê navtajî ne
simê wan e simkodî ne
dêlî wan e dêlqamçî ne gerdenê wan e ziravê êlî ne guhê wan e kêvrîşkî ne di hevraz ra dibezîne
di berjêr ra dixarîne
ketine ser şopa xezalê fenanê şopa
fenanê şopa ruvî
li serê kevir û kuçika digerînin
xezala nêçîrvano bi te kim tuyê bi Xwedê kî
xezala mi xezala Serhed e
berê wê nede germ û germistanê
minê devê xwe kutabû taxima sing û berê xezala xwe bi tenê
lêvê mi ji xwe ra li ser diricifî
dev û diranê mi qerisî
wayê wey lê hayê wey lê hayê dilo hayê li min hayê gidî hayê derdo.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum