Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ez Xezal im Xirabmal im
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ez Xezal im Xirabmal im

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ez xezal im oy lo ez xezal im
ez koçer im lo lo hêtîmo lo lo xirabmal im bê reya me wax lo ax lo bê pergal im
ezê kewa gozela gogerçînê lo lo rûbixal im
bi derdê bermaliya miskînî heramê mêrê kal im
îro ji êvar da ezê nexweşim bê balgînê lo bê pergal im ezê îro nexweş im bê balgînê lo bê berpal im
ji derdê heramî miskînî mêrê heram
ji derdê dilê xwe ra dibêjim îro ji êvar da pê dinalim gundo oy oy oy ax lo oy oy oy gundo oy oy gundo
Lo lo kuro oy oy oy...
hêtîmo
oy oy ezê ji kewanî kewê lo kewê bazê
ezê li Kela Bazîdê digeryam bi şêst û şeş awazê
tu dêhna xwe bidê li dora kelê difetilîm heftê di perwazê îro yoy yoy.. fenanî gula donzdeh reng bûm
ketibûm ber kotî miskînî nemerdî heramî mêrê xirab
awa bi awa ra ramîsana sûretê minê sor distînê
hela bala xwe bide vî kotî miskînî bi ramîsanekî duda nabe razî
lo bêbexto tu dêhna xwe bidê
ezê ji derdê miskînî heramî mêrê kotî kal û pîr bûbûm
ezê ji xwe ra fenanî guleke pelê wê biweşe bimîne rût û tazî
loy oy oy ax de loy oy oyoy ax de loy oy oy...
Lo lo kuro yoy oy oy...
hêtîmo oy oy ezê îro ji konê mala bavê xwe rabûme
fenanî gula buharê serê xwe hilda ji darê darimê ra li ba bûm
Du qeydên vê kilama gihîştin destê me. Ya ewil kêm e, ya duduyan tam e. Lêbelê di nava her du tomaran de ferqa gotinên ferdan zêde ne. Ji ber vê yekê herdu tomaran hevdu netemandin û di ferda navîn de kêmasî ma.

Ez xezal im gundo yoyoy lo ne ez xezal im
bejna zirav gelo ne rehya me haho lo bê pergal im esmerê koçer im xirabmal im gelo ji bona çavê reş û belek
di kaviliyê gunda da nexweş im
him dibêjim berxê wî lo kûr dinalim
axo li mi axo li min lo ne ez gune me bejna zirav ne ez şîwar û şerpeze me nexweşê bêhal im bê fayde me
zalim dûrê'm here
ne ez birîndarê destê te me
Ez xezal im lo li ber warê
sibe ye bejna zirav li malê xebitî pir westiya bû îro meşmeş kirî ser kanîka haho lo li binê darê esmerê xelk bû aşiqê hal û mal û temelê dunyalikê ez evdalê Xwedê bûm aşiqê te bejnziravê, çepildirêjê, porkejê, navqendîlê, sebrê lo kofîxwarê
ezê li derê mala bavê te bekle dikim ji sibê heya nîv êvarê der û cînar gundî malî dibên kuro tu li wê çi sekinî
mi go hû nizanin bûm aşiqê bejin bala kubarê
kuro delalîko tu rabi ji qarê dujmin û bi neyarê
emê bi destê hevdu bigirin derkevine zozanê jorîn çend rojeka ji xwe ra bigîjin bi qaçax û fîrarê
kuro delalîko eşîra mala bavê mi gelek in
min û te va tev dikujin
berxa dilê mi emê bibine kew û melhemê ax birînê lo birîndarê
emê rabin xwe bavên ber bextê esnaf û tucarê
çend qurişeka bistînin qelenê te bidin
hetanî sala din vî çaxa le malê me derkevine zozana sebrê derbuharê
axo li mi axo li min lo ne ez gune me
bejna zirav ne ez şîwar û şerpeze me
nexweşê bêhal im bê fayde me

zalim dûrêm here
ne ez birîndarê destê te me
Ez xezal im gundo lo li diyara
Bejna zirav ca tu rabi ji qarê dujmin û lo van neyara
emê bi destê hevdu bigirin derkevine zozanê jorîn çend rojeka bigîjin qaçax û fîrara
kuro êtîmo eşîra mala bavê mi gelek in
min û te va tev dikujin
emê bibine kew û melhemê lo birîndara
berxa dilê mi tu rabe emê xwe bavên ber bextê esnaf û tucara
çend qurişeka bistînin qelenê te bidin
hetanî sal din vî çaxa payîzê
malê me ji zozana dageriyane sebrê lo ser dîwara
lo lo kuro mizgîniya mi li te be
cewabekî ji qanûna teze derketiye
dibê malxirabo jina çê ji kotiyê mêra distînin ez ji te ra sond bixwim didine lo çelengiwara
axo li mi axo li min lo ne ez gune me bejna zirav ne ez şîwar û şerpeze me nexweşê bêhal im bê fayde me zalim dûrê'm here
ne ez birîndarê destê te me.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.