Şarkı Sözleri
Ax were lo were lo were lo...
were lo lo were lo were lo lo were lo...
Êrê Zerî Domamê sibe ye ezê serê xwe ji xewa şîrîn ca bilind kim
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê
li derê mala bavê te qasekî ji kêfa dilê xwe ra têr mêze kim sebrê dînê gelo gotina dibêjim temamî bi gotina te kim ezê dev û lêvê şekirî vê sibengê malxirabê
temamî ji kêfê ra tev temaşe kim
ji derdê dilê rezîl ji eşqa dilê xwe û te ra simbêla sor hene kim yadê
digo kuro êtîmo mi ji te ra nego
tu were ezê ji te ra bi sonda qesem mi sond xwariye
ezê cotê zer memika heft salê me temam bû
ji eşqa dilê rezîl ra minê xwedî kirî
şeva îşev ezê kilîtê li derê cotê zer memika bixînim
qasekî vê sibengê ji eşqa dilê rezîl ra ji bona şexsê te bi tenê
êtîmo gede ji kêfê ra ji xwe ra vekim lo
eger dilê te revandina min hebe
ezê rabim cil û çekê xwe ji xwe ra tev boxçe kim hewara me Xwedê vê sibengê tu bi ku va bibêjî
bêbexto dîsa bi gotina te kim lo
ax were lo were lo were lo... were lo lo were lo lo gidî lo lo
Digo kuro çend salê me temam bû malê me danîne li çiya li zozana bêbexto gelo welatê me Serhed e
ez evdalê Xwedê çend rojê me temam bû
ji sur û serma di çiyê ketime ber êşa van dirana
hey bêbexto tu rabe qasekî emê danîne li zozanê Qerekosê li Çemça Jorîn berxê vê sibengê ya ku hatî serê min û te va
bira neyê serê gawir û musulmana tu were bi destê mi delîlê bigire
qasekî emê rûnin li ser çeman û çavkaniyana tu destê xwe bide destê mi keçikê
devê xwe bike nava cotê zer memika vê sibengê zer bistana
Digo de lê lê delaliyê ez ji te ra sond bixwim vê sibengê
ji te ra nego welatê me ra dibêjin berrî bi mi berrî keçê kulmalê ji welatê me ra dibêjin berrî bi mi berrî tu rabe vê sibengê ezê bi te kim tuyê bi Xwedî kî
tê yê bi destê mi bigirî ber bi zozanê mala bavê xwe biherî keçikê gelo tu ramîsanekî li devê lêvê şekirî, li yanaxê ehmedî, li terzi di hakimî, li şemlê di Erebî li mi kerem ke
eza bi te kim tuyê bi Rebî kî
gelo tu ecelê serê min û xwu va tev digerî lê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum