Şarkı Sözleri
Keçkê digo lo lo Feqiyo bejna te kin e ne dirêj e dirêj e malxirabo fenanî tak rihana li dev geliya
ber zinara gelo ji kêfê ra şax davêje
lo lo Feqiyo tu were pirsa asil û asasa xwe ji mi ra bibêje
here lo lo gidî lo gidî lo gidî lo...
here lo Feqî lo
Feqî digo de lê lê keçikê ez gul im tu rihan î
berxê ez şûşe me tu fîncan î
sebra dilê mi gelo ez sedef im tu mircan î
berxê ez sûk im tu dikan î
malxirabê ez bax im tu bostan î
gidiyê ez lêv im tu diran î
malxirabê ez zar im tu ziman î
tu sêr biki ez ber im tu bistan î lê lê
heger tuyê pirsa asil û asasa mi dikî ezê bi nefsa xwe Feqe Hesen im mala mi li Şewranşêxê, li qeza Patnosê, xopana Qizqapanê
here lê ê gidî lê gidî lê gidî lê...
wê gidî lê gidî lê keçik lê
Feqî digo de lê lê keçikê bejna te ne kin û ne dirêj e
zalimê hela fenanî tak rihana li dev geliya, ber zinara şax davêje keçkê dînê hela tuyê were pirsa asil û asasa xwe ji mi ra bibêje
here lê here lê here lê...
gidî lê keçik lê
Keçkê digo lo lo Feqiyo ne te go ez gul im tu rihan î
malxirabo ez tu bax im tu bostan î
gidyo ez sûk im tu dikan î
ez sedef im tu mircan î malxirabo ez deşt im tu zozan î
lo bêbexto ez tebeq im tu fîncan î gidiyo ez sûk im tu dikan î
lo lo kuro êtîmo tuyê pirsa asil û asasa mi dikî
ezê li deşta Çuxurê qîza Mele Miheme Têlî Eyşan im
here lo here lo her lo gidî lo gidî lo...
lo lo gidî lo Feqî lo
Keçkê digo lo lo Feqiyo dilê mi kanîka dor bi qicî
jê difiri refek kewê gozelê gogerçînê stû bi narincî
malxirabo qîz û bûkê gundê me dêre teva çiftexasê spî ne li çiflikê li dorê berhev dibû li hev xuricî
ocaxkoro gelo vê sibengê xwezila mi bizanibiya tu azeb î
here lo here lo her lo gidî lo gidî lo...
lo lo gidî lo Feqî lo
Feqî digo de lê lê keçikê ezê ji teyra teyrê per spî me
li ser çît û perde konê mala bavê te da rûniştîme yan zewicî
ezê îsal û çend salê mi temam bû ez bilind firîm alçaxî ketîme ez nizanim şansê te bû taliê mi bû
sala par vî çaxê li Çuxura Bazidê zewicîme
gidî lê gidî lê gidî lê gidî lê...
wê gidî lê gidî lê keçik lê
Keçkê digo lo lo Feqiyo bejna te zirav i
ji tayê rihanê ji şitla biyê
hêşîn dike li gera biniya mala bavê mi rebenê
li Hemodê li ser kaniyê
hela were qewl û qirar û soz û bext bide mi da
ezê sedema çav û buryê reş û belek
çend saleka ji xwe ra qebûl bikim qar û bêgarê hêwîtiyê here lo here lo here lo here lo...
lo lo were lo Feqî lo
Feqî digo de lê lê keçikê here tuyê li wê derê çi sekinî malxirabê te dilê mi kire sêlek ji sêla di hesinî
sebrê gelo vê sibengê te agirek dabû ser da yekî binî malxirabê here tu li ser dosega Resûlê Ekrem dê û xweyê min î
here lê gidî gidî lê gidî lê gidî lê...
wê gidî lê gidî lê keçik lê
Keçkê digo lo lo Feqiyo rêka gundê me rê cade ye
hatin û çûyin ji xwe ra lê qiyale ye
lo bêbexto gilî gotinê beredayî ji min û te ra boş û bê fayde ye malxirabo kevir kuçkê rû dunyayê bextê min û te ra mitale ye gidî malxirabo te dest bi naziya kiriye
hela tu jî rabe Ereba xwe girêde sîktir be here ji gundê me ye
sîktir lo gidî lo gidî lo... lo lo gidî lo Feqî lo.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum