Şarkı Sözleri
Gulnazê hê hê hê
digo lê lê lê Beyazê
le dayê rebenê sibe bû ezê li diharê Gundê Kevir diketim
ji dilê min û te ra marûmê hêlîna di kewê
rabe dawetekî li gundê Kevir çêbiyê
şandine dû Kekê Miheme Salih Şahê Dengbêja
ji malê siwar bû, kêlekê ketiye Silhedînê birazî, Mihemedê Elîkê
ez nemînim ji kêfê ra bi donzdeh terza dixemilî
berê xwe dabû kêfê bi dawetê
lê lê dayê Zekiyê Mêralî xêrê neke wayê qe nebîne derbekê bi dest berda bedena kekê mi gulîbirê
birîna wî kûr e pir xedar e, birîna bêxwediya manhêrê
doxtor û sertebîb û qomîsyonê ejnebî civiyan li şewitiya Anqerê agirê kulê bikeve mala qaymeqamê Milazgirê, mudurê di Karê têl li ser têl didane şewitiya Anqerê
geriyan negeriyan ji birîna Kekê Miheme Salih Kewê Gozel ra
nabînin vê sibengê tu mîlê reben ez im tu kewê
ca Gulnazê go lê lê Beyazê
kurrkirî be keziya serê me herduya bi tevahî
tu rabe emê fena cara bi bangê baweşîn kin
bira Kekê Miheme Salih dîsa ji kêfê ra bikeve xewê birîndaro
Gulnazê hê hê hê
digo lê lê lê Beyazê
lê lê dayê rebenê sibe bû vê sibengê ezê li dîharê Gundê Kevir ketim şewitiyo bişewite ji dilê min û te ra wa bi kereng e
ca tu rabe
şal û şapikê li Kekê Miheme Salih, Kewê Gozel, Şahê Dengbêja qumaşê qehwereng e
tu sêr bike vê sibengê Xaliqê Alemê dûrkê hazira bi reş bigerîne dawetekê li Gundê Kevir çêbû
şandine dû Kekê Miheme Salih, Şahê Dengbêja
i mal siwar bû, kêlekê ketiye Silhedînê birazî, Mihemedê Elîkê mirîdê Şêx Evdila bû
fenanî cara îjar mi nedî dabû serê xwe terablûsa donzdeh renge Zekiyê Mêralî xêrê neke wayê qe nebîne tu sêr bike vê sibengê belkî yûva wî tim û tim car bê sahab bimîne derbekê bi dest berda bedena Kekê Miheme Salih
Kewê Gozel Şahê Dengbêja
bêxwediya bêxwedî maye tu sêr bike manhêrê
li pişt Kekê mi gulîbirê dabû denge
Feleka malikxirab bi me ra pir xayîn bû
çewa li me xirab kiriye rewşa şewitiyê Milazgirê gelo herçar gundê dor Heftreng e
Gulnazê go lê lê Beyazê
le dayê rebenê sibe bû ezê li diharê Gundê Kevir ketim ji dilê min û te ra şewitiyo bişewite Kara spî wa li yan e le biniyê da tê girregirrê Ereban e
giregirê Hesenan li gundê Kevir rûniştine li hev civiyane
şandine dû Kekê Miheme Salih Kewê Gozel Şahê Dengbêjan e
ji malê siwar bû, kêlekê ketiye kekê Silhedînê birazî, Mihemedê Elîkê mirîdê Şêx Evdila bû
fenanî cara îjar mi nedî xwe girê dabû bi donzdeh terzan e
lê lê dayê rebenê tu sêr bike vê sibengê
Zekiyê Mêralî xêrê neke wayê qe nebîne
bêxwediya bêxwedî bimîne ji kêleka xwe dikişîne
derbekî bi dest berda bedena Kekê Miheme Salih Şahê Dengbêja
tu sêr bike derba wî pir kûr e xedar e
derba bêxwediya manhêra ne
doxtor û sertebîbê ejnebî li şewitiya Enqerê li hev civiyane qaymeqaymê Milazgirê, mudurê Karê
têl li ser têlê ji Enqerê ra didane
geriyan negeriyan ji birîna Kekê Miheme Salih ra nedîtin gidîno lo tu derd û lo tu dermane ca Gulnazê go lê lê Beyazê
kurrkirî be keziya serê me herduyan e
tu sêr bike vê sibengê tava sibê dabû serê çilan û çiyane herkesî malxirabo şixulê xwe dîtine berê xwe dane kar û îşane minê bala xwe berdayê dawetekê di gundê Xelê ra derbas dibû tê qêrînê şaera sewtê dengbêjan e
meqam û meqamê Kekê Miheme Salih, teyrê ser milê qîzan û bûkan e çavê xwe digerînim nagerînim
gula govendê, mirîdê Şex Evdila ne di nav da ne
Ê de rabe Kewê Gozelo de rabe
Şairê Rûdinyayê de rabe
birayê Şêx Silê û Evdalê Zeynikê de rabe
teyrê ser milê qîz û bûka de rabe
mirîdê Şex Evdila de rabe
îsal û çend salê me temam e di civat ê mîran û hakima
li her çar gundê dor Heftreng da dîsa bê wezîrê mi nabe.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum