
Şarkı Sözleri
De were lo lo were lo lo were lo lo...
nemaê ê nemaê nemaê nemaê...
ezê li piştî Genc Xelîl lawê apê xwe nemînim li dunyayê
De lo lo Genc Xelîlo sibe bû Çemê Badîşo, Newala Hopê bişewite ji dilê min û te ra newal i pal i
dilê mi ji bona pismamê mi yaneyan e, kalekal e
tu sêr bike vê sibengê bihîstina mi bihîstî pismamê mi nexweş i gidîno nexweşekî jê di bêhal i
ezê bi destê pismamê xwe bigirim kêfê ra teklîf kim yalî mal i ji êvarê heyanî mîla ber şefekê
jê ra bibim nazbalîf û balgîf û berpal i
bira serê xwe bide ser cotê zendê minê zerbadayî
sûretê xwe bide ser cotê zer memikê minê nîşan û xal i dema berê xwe bide welatê xerîb û xerîbistanê vê qurbetê ezê cotê reş guliyê xwe jêkim
ji hespê pismamê xwe ra bikim doxhefsar i
xizêma pozê xwe bikim bizmar i
kembera pişta xwe bikim nal i
dema bikeve nav heval û hogirê xwe da
kes nebêje Genc Xelîl Kurmanc e
gidîno gelo Kurmancekî bêpergal i
nemaê nemaê nemaê nemaê...
ezê ji bona Genc Xelîl lawê apê xwe nemînim li dunyayê
De lo lo Genc Xelîlo sibe ye mi sond xwarî
tu berê xwe bidî welatê xerîb û xerîbistanê
gelo li dû te ra vê sibengê malxirabo tu malê nakim
ezê Genc Xelîl lawê apê li heşiya konê Erebî dixewra kim kolosekî devetûkî bînim li nava çava kim
qonderekî Helebê di linga kim
ebakî Besra nava mila kim
eger pîra dê, kalî bavê qayîl bûne ji xwe qayîl bûne gava qayîl nebûn
koma bira pismama hemiya bi qurban kim
Feratê Bêlecûkê ber xwe xînim qam xilas kim
xwe berdim welatê xerîb û xerîbayê
duwalê di Turkiyayê
Hemis û Hekayê, Mûsil û Bexdayê
Beyta Şerîf Beytullahê
Stenbola şewitî nîvê dunyayê
rûnêm ber kanîka vê Serayê
cotek şalûl û bilbil, têlî tembûrê ji xwe ra peyda kim bînim bi ser serê pismamê xwe da bi darda kim bi sura sibê ra, bi azanî mele ra
bi qêrînê dîka ra
bi kile kilê meşka ra
lûbelûbê jinebiya ra bi dengê qîzan û bûka ra
bi fîtînê nêçîrvanê serê çiya ra hokînê şivanê ber keriya ra norînê deveşê ber deva ra bi zereqê tavê serê siba ra kalekalê berxan û miya ra bi dengê lawê Kurda ra birqînê di şûra ra
bi dengê dengbêja, bi defê dewrêşa bilûrê bilûrvana, sazî sazbenda bi dengê şalûl û bilbilê, têl û tembûrê qasekî li kêleka pismamê xwe rûnêm
ji kedera dilê xwe yê bi kulê bi mereq ra gelo vê sibengê bi şêrînî ji xew rakim
nemaê ê nemaê nemaê nemaê...
ezê ji bona Genc Xelîl lawê apê xwe nemînim li dunyayê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum