Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Gewrê Zalimê
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Gewrê Zalimê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Bê gewrê zalimê bejna te zirav e ji tayê rihanê ji têla ketê tu rabe mi dî kewa gozel e gogerçîn ji malê derketiye
vê sibengê berê xwe ji malê dabû mala metê Xwedê xira bike vê sibengê Xaliqo Rebiyo timtêla xerîb, dev û lêvê şekirî, bejna zirav, çepilê dirêj, yanaxî ehmedî, terzê di hakimî minê bala xwe dayê li kîjan alî fetilî
Xaliqo Rebiyo fenanî tayê rihanê tew diketê
eza rabim destê te bigirim xwe berdim ser şexsan û zareta belkî ji ba Xwedê da ricaçî bin miradê miradxwaza biqedînin miradê min û te va hasil bikin li qanûna Cumhûriyetê
were wayê li min wayê li min... wayê li min lo sewdaliyo dilo
Lê gewrê berxê sibe ye mi bihîstiye
tê berê xwe bidî wan çiya û bêlanê bilind, van zozana
minê li gavê din da nizanîbû te ji kîjan xortê xelkê ra xwe xemiland
bi şêst û şeş awazî çêkiriye
şirika bêxwediya xizêmê ketiye ser lêvan û dirana
ji eşqa dilê gewra mi vê sibengê gurîn ketiye ewran û ezmana minê destê xwe dabû desta, devê xwe kirî dev û xal û xetê di gerdenê, xebxebkê ber guhara, nîşanê nava zerbistina
keçikê yeka ku sal û çend salê me temam bû
te wa anî serê mi bi tenê bira merû neyne serê gawir û musulmana
ezê bi destê kewa giran bigirim vê sibengê ji kêfê ra birevînim
bavêm ber bextê axan û axalerê vî welatî
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
ezê birevînim bavêm dêra fila
gava ku nebiye bavêm camîka musulmana
yar yar gewrê bê gewra mi gewrê ê gewra mi gewrê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.