Şarkı Sözleri
minê dêhna xwe dabû bejnzirava, çepildirêja gelo vê sibengê li sûresêla
Xwedê Rebî gelo li kofîkêla, laçikdora lo rengbirenga berxa dilê mi ez bi qurban tuyê gilî û gazin û loma ji dilê mine rezîl meke
ezê tu car ji bona nefsa te şeytan û fesad
ezê bi destê te bigirim te birevînim bavême gundê şêxa berxo gelo nava van mîreka, van hakima, lo van çelenga ax gidî yeman gidî yeman lo tu ya min î
Ez û kewa gozel ji eşqa dilê rezîl ra
dimeşiyan berxo nava lo van genima
ezê dêhna xwe bidim van bejnzirava, çepildirêja, kofîkêla
Xwedê Rebî gelo vê sibengê van bejn û rima
ezê ji gavê dinda geriyame li nava qîzan û bûkan û zeriyan û xatûna
berxo gelo rûniştim qasekî li nava lo van xanima
minê dest avêtiye çepilê dirêj
gelo bi ser xwe da tewandiye fenanî darê dar rima
ezê dikim ramîsanekî li dev û lêvê şekirî lê kerem kim
gelî heval û hogirno ca ji min ra bibêjin xeyîdiye nizam çima ax lo gidî yeman lo tu ya min î.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum