Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Gorî Gorî Goriya Te Me
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Gorî Gorî Goriya Te Me

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Gorî gorî gorî gorî bê goriya te me
ezê qevde gul û sosin û rihan û leymûn û
dar û darçîn û kok û qerenfilo li ber ax lo bîhna te me
hêtîmo tuyê bi ku da herî lo ez ya te me
heya dunya xweş ava be ez li ser qewl û qirar gidî sozê xwe me
ez ji te ra sond bixwim ezê ji bejna xwe va bê şik û lê bê mane me wey Xwedêyo gelo fenanî kulîlka ber bi ro lo ez ber derge me gorî gorî ez goriya te me
Gidî gelo sibe bû konê reşo fena giro
wey Xwedêyo ba tê ji baranê lo pir gurrtiro eman kon giran e çît û perde ranagiro gidîno gelo xizêm zêr e ji lêvê gidî teniktiro wey Xwedêyo gelo lêv ji xizêmê gidîno pir zertiro eger alaya Memed Paşa esker kirî, hatî ser me
pirsa esil û esasa mi keçikê dikirin
ezê bibêm macirê Tapê Qersê hêsîr û dîla ax lo nav gêwiro ax felekê te qolê mi bada
gidî gava li piş mi girêda di soniyê da
reben ez im çerxek lêda
Gorî heyran sibe bû ezê ji teyra teyrê gidî teyr tawis im
ezê li Paletokan diçêrim di Xanaman da
li serê rêka qîzan û bûka gidî lo dimelisim
eger alaya Memed Paşa esker kirî, hatî ser me
pirsa esil û esasa mi keçikê dikirin
ezê bibêm macirê Tapê Qersê hêsîr û dîla ax lo nav Ûris im
ax felekê te qolê mi bada
gidîno gava li piş mi girêda di sonyê da
di nav heval û hogira da
reben ez im stûyê mi xwar kir wey Xwedêyo çerxek lêda.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.