Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Gorî Gorî Sebrê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Gorî Gorî Sebrê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê berxê sibe ye mi ji te ra nego
çiyayê gundê me mezin e hayê ha hayê...
hewû delaliyê mi ji te ra nego
çiyayê gundê me bişewite ji dile min û te ra pir mezin e
ezê tu nifirê li te nakim
belkî konê mala bavê te agir bikevê ji sêrî were bine hey bêbexta qîza bêbexta mi ji te ra nego
li kêlakê xelkê rûmenê xwe nepesine
te qe şerm nekir li kêlekê heval û hogira rûniştî
çi derd û kulê min û te va hebû ji xelkê ra tev gotine
were goyorî goyorî...
goyorî goyorî sebrê
Oro kuro delaliyo
dêrisê gundê me bişewite ji xwe ra bi dar û bî ye ha hayê... hewû delaliyo dêrisê gundê me bişewite ji xwe ra bi dar û bî ye ezê dêhna xwe bidimê gelo
lawikê mi nexweşê bêhal e nexweşê nava cî ye
mi rebena Xwedê gulîbira Xwedê gelo
ji gavê din da serê xwe avêtiye xewa şîrîn minê xewnekê tevolihevo ji xwe ra diye
ezê rabim êtîmo minê vê sibengê ji derdê xwe ra ji çend qîzê êlê vê sibengê hal û wextê te pirsiye ez ji te ra sond bixwim
bi navê Quranê, bi dîn û îmanê gelo bi wê firqanê
minê tu cara tu gotinek başqe ji kesî ra negotiye
tu nizanî dêrisê gundê me fesad û şeytanê li dû min û te ne
tu dêhna xwe bidê herkesî di tanga xwe da bê fesadiya xwe kiriye
gelo ji hev dû ra gotinek digotiye
were goyorî goyorî...
goyorî goyorî berxê

Erê berxê mi ji te ra nego
ezê diçûm kaniya gundê me jor da dihat fenanî şekir ha hayê... lê lê sebra dile mi kanîka gundê me dihatî
tu dêhna xwe bide şîrîn e fenanê şekir
minê îro çendê mi teman bû dêrisê gunda da
vê sibengê çiqa meraqa dilê xwe kir
ez ji te ra sond bixwim heft car ewqas bîrya te kir mi sond xwarî dêrisê gunda da vê sibengê gelo ezê tu cara terka bejna zirav nadim
heta fermana mi ranebe ji Şam û Heleb ji Diyarbekir berxo vê sibengê herçî kesê fesadiya xwe kir
ezê ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
di dêrisê gunda da mi tu car qebûl nekir.
eman goyorî goyorî... goyorî goyorî sebra min î lê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.