
Şarkı Sözleri
Ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav, timtêla xerîb, dev û lêvê şekirî tu sêr bike li zimanê tûdî, kofîka şeng, çepilê dirêj, girêdanê
wey
Xwedê Rebiyo tu dêhna xwe bidê vê sibengê
heft salê me temam bû minê ramîsanekî li dev û lêvê şekirî yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî
tu sêr bike lê kerem kir
gelî gundî cînarno vê sibengê sal hatî sala heyştanî ji binê zimanê mi dernakeve tema vê ramîsanê gula mi fenanî kehêl e ji kehêla di Ubeyda pêsîrê bi rixm e, serê wan bi rişm e
merû gemek ji gemê Diyarbekirî li dêv bixîne zînek ji zînê Şamê navmil lê bîne
rimek şitavê destê xwe bixîne
lingê xwe bike rikêfê, destê xwe bavê dizgînê ji kedera dilê rezîl rabe orta zîn
lê lê sebrê terş û talan rake
îro ji êvar da bîne ji Erebîstanê dilo yar yar yar..
ax wê wê wê...
yar yar kubar yar
Lê lê gulê marûmê sibe ye bejna gula mi zirav e ji şitla rihanê ji gula bîne
tu sêr bike li bin tarê malê me çem û çavkanî ne
serfêzê malê me zozan e, zozanê mala Seydayê qedîmî ne
malê me salê carekî lê datîne
vê sibengê ezê salê carekê qûçekî hildim lê diçikînim
felek xayîn e qûça me hildiweşîne, lema alîkî dilê min bi xem e
ax gidîno tu sêr bike serê dilê mi alîkî bi kul e
yekî bi derd e yek keder e yek birîn e
taxima sing û berê Gulê fenanî bostanekî meriv bi destê xwe biçîne felek xayîn e nahêle bostanê merû bê ber xwarinê
meriv pelekê jê biqetîne tu dêhna xwe bidê vê sibengê
alîkî dilê mi bi kul e yekî bi derd e yek keder e yek birîn e minê xwe berda Diyarbekira di rengîn e
li ser doxtor û sertebîb û qomîsyonê ejnebî ne mi
go doxtoro bi te kim, tuyê bi Rebê Jorîn e dermanekî ji birîna mi ra bibîne go
mala te xirab be
her çî kesê ku tîra eşqê li serê dile wî bixîne dermanê birîna wî li ba mi nîne
tu rabe vê sibengê ocaxkoro
gula mi fenanî kehêle ji kehêla di Ubeyda pêsîrê bi rixm e, serê wan bi rişm e
merû gemek ji gemê Diyarbekirî dêv bixîne
zînekî Şamê navmil lê bîne
rimek şitavê destê xwe bixîne
lingê xwe bike rikêfê, destê xwe bavê dizgînê ji kêfê ra rabe orta zîn e
terş û talan rake
îro ji êvar da ji Erebîstanê bîne dilo yar yar yar..
ax wê wê wê...
yar yar kubar yar.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum