Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Gula Şebo
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Gula Şebo

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ax were lê were lê were lê...
de were lê lê were lê lê... te wê timtêlê
heft xwezila bi wî çaxê Gula Şebo bibiya qîza malê bûka malxirabo ber destê xasî û xezûra
ezê bibûma zavê malxoy li ber malê gelo minê bigota esmerê wez bi qurban te wê girêdanê wê kofiyê wê timtêlê
berxa dilê mi gelo tuyê vê sibengê
ezê bibûma axa tu bibûya xanima nava êlê
minê bigota keçê kulmalê tu were bi qasekî ji derdê dilê rezîl ra rûnê
bi tilî bêçiyê balmûmî çê bike melhema ser bêçîkê xwe
gelo vê sibengê dermanê vê simbêlê
Kuro delalîko mi ji te ra nego ez ji te xeyîdîme ez ji te ra tu malê nakim
ezê êla mala bavê xwe ji welatî temam rakim
tu dêhna xwe bidê dost û dujmina temamî li te şa kim
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê tu cara van gotinê te dêrisê gunda da ji bîr nakim
ezê xwe bidimê zozanî jorîn, zozanê jêrîn ra
timî malxirabo mendîla ser destê xwe li ba kim
der û cînar û gundî, malî, fesad û şeytana temamî ji xew rakim ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê
dilê mi xirab e ezê sibe du sibe dîsa bêriya çav û burî
dev û lêvê şekirî, simêla sorî narincî bikim
ew gotina tu ji min ra bibêjî tu cara gotina te red nakim
gelo vê sibengê malxirabo ezê ji te ra nabêjim bêbexto
ezê bi tilî û bêçiyê balmûmî dermanê simbêla te çênakim lo lo ezê ji te ra vê sibengê malxirabo mala te xirav be
vê sibengê dermanê simêla te çênakim
ezê ji te ra nabêjim kuro ezê tu cara hene û malxirabo
derd û dermana li tilî û bêçiyê xwe yê balmûmî nakim
ezê rabim bi destê te bigirim vê sibengê malxirabo qasekî li welatê me bigerînim şevê nivê di şevê li nava cîh û nivîn û yataxa kim
ez bi bextê te û Xwedê ketime vê sibengê
ezê tu cara gelo vê sibengê derdê dilê rezîl derisê gunda da ji bîr nakim.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.