Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Gula Serhedê (Gula Mala Emer)
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Gula Serhedê (Gula Mala Emer)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De lê lê lê ax lê lê Gulê
Gula welatê me Serhedê
bi ordama xerîbê kehêla derê Mala Derîhê
qîza Fetê bûka Mala Hacî Qero biraziya Esedê Xêlitê
serî biaqil bi marîfetê
şêwra donzde bavê Hesena pê seniyê gidî
Ax felek mala te xira be te çi li me wa kir
maciriya malxirab li me rakir
koda genim bi zêra û mecîdiya kir
bejna Feyatê Bilikî axayê êla Bilika li ber çavê mi wenda kir Xwedê bi dê û bavê mi ra qebûl neke qe hilmede
axa û axalerê Diyarbekir Siwêrekê mi dixwestin ez nedamê girtin dame Remoyê Siwêrekê qeraşiyê aşa bi parsî û pûrsî qezenc kiriye
tu dêhna xwe bidê bi du kod genim
Gula Esedê Xêlit li canê xwe mahr kir
De lo lo Feyato gava tuyê diçî welatek ji welatê me Serhedê
bibê mi Gulekî di devê rê da dîbû xelqê ji te ra bêje
gul e ne hezarê gulê bi rengekî
hezarê gulê li şaxekî
hezarê gulê bi navekî
bi adrêsa mi keçikê tu dizanî tuyê qasekî li kêleka heval û hogira rûnê
bi derd û kulê dunyalika derewîn ra
bi dilekî na bi donzde dila ji xwe ra bibêjî lê lê Lê lê Gulê
Gula welatê me Serhedê

bi ordama xerîbê kehêla derê Mala Derîhê
qîza Fetê bûka Mala Hacî Qero biraziya Esedê Xêlitê
le serî biaqil û marîfetê şêwra donzde bavê Hesena pê seniyê gidî
Ax felek mala te xirav be ezê Gul im ne tu gul im
fenanî hîva serûbin im qenca ez dixwestim
xiraba ez dibirim Xwedê bi dê û bavê mi ra qebûl neke qe
ez xirab nebûm ez xirab kirim hilmede
axa û axalerê Diyarbekir Siwêrekê mi dixwestin ez nedamê girtin dame Remoyê Siwêrekê qeraşiyê aşa tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo
bi du kod genim ez helalî canê xwe dikirim
De lo lo Feyato gava tuyê diçî welatek ji welatê me Serhedê
bibê minê gulek di devê rê da dîbû
xelqê ji te ra bêje gul e ne hezarê gulê bi rengekî
hezarê gulê li şaxekî
hezarê gulê bi navekî
bi adrêsa mi keçikê tu dizanî tuyê qasekî li kêleka heval û hogira rûnê ji derd û kulê dunyalika derewîn ra
bi dilekî na bi donzde dila ji xwe ra bibêjî lê lê
Lê lê Gulê Gula welatê me Serhedê
bi ordama xerîbê kehêla derê Mala Derîhê
qîza Fetê bûka Mala Hacî Qero
birazya Esedê Xêlitê serî biaqil bi marîfetê
şêwra donzde bavê Hesena pê seniyê gidî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.