Şarkı Sözleri
Lê dilberê sibe ye ezê îro ji mal derketim
dikim ji xwe ra werime ax lo mala we ye
ezê bala xwe didêmê konê mala bavê dîlbera mi mezin e derê mala bavê muhuba mi ji xwe ra li rohilatê lo li qible ye sebra dilê mi go kuro hêtîmo tuyê qasekî were
fesad û şeytanê min û te va li gera biniya mala sekinî
tu bala xwe bidê li hêvîka ax lo min û te ye
hela were ezê bi destê delaliyê dilê xwe bigirim
emê qasekî ji dilê derdê rezîl ra gelo meşmeş bikin li nava baxçe ye hêtîm dîno tu bala xwe bidê alîkî bostanê mala bavê mi gul e yek sosin e yek sêv e yek pûrteqal e
tu bala xwe bidiyê sira li navê lo tev xurme ye
were qasekî vê sibengê ez û tu va rûnên gera biniya mala
ez ji te ra sond bixwim
alîkî singê mi ji te ra deşt e yek zozan e ax lo yek yayle ye
ez ji te ra sond bixwim sonda qesem heya dunya xweş ava be taxima sing û berê mi meydana lo hespê te ye
herçî kesê bibêje minê ramîsanekî ji Gula Silo standiye
ez ji te ra sond bixwim ji devê wan heftê û heft bavê lo wan zêde berxa dilê mi ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê
henarê sûretê mi keçikê dev û lêvê tenik cotê zer memika
tim û tim cara ji xêrî te malxirabo qismet û nesîbê kesî nîne ancax ji xwe ra bi qismetê lo canê te ye
eman eman eman...
eman lo mi gune ye
Sebra dilêm îro ji xwe ra disekinî li derê malê
li banê qesrê li ser darê nerduwanê
ax mi dî bejna zirav gelo vê sibengê pişta xwe dabû derî ji derê dîwanê
sebra dilê mi gelo cotê zer memikê kewa gozel
fena cotê sêvê Artemêtê
na wele fenanî cote pûrteqalê Dortyolê
tu îro ji kedera dilê xwe ra dayne li koşekî lo vê dikanê
kewa gozel cotê elbê toqatî avêtî zendê zerbadayî
ji malê derketiye gelo berê xwe dabû bêrîkê ax lo berîvanê
mi dî qolê zêra ji derdê dilê rezîl ra kutabû ber kofiyê berxo lo li bin kitanê
sebra dilê mi gelo tu bala xwe bidê
fenanî karek ji karî karxezala dabû yamacê qarşî mala
der û cînar fesad û şeytanê gundê me rabûne
herkesî di tanga xwe da bê ji xwe ra tajî tûlê lo xwe berdanê
bê ax lo li min li min
mi gune ye
Lo lo kuro delaliyo gelo mi gune ye ax lo mi gune ye
hela bala xwe bidê kesek tune cuwabekî bide delaliyê dilê mi
bêje kewa gozel nexweşî bêhal e ax lo bêfayde ye
hewar Xwedê gelo di kaviliyê gunda da mabû şîwar û ax lo şerpeze ye berxa dilê mi qasekî here dîtina sebra dilê xwe ye
tu nizanî kewa gozel aşiqê bejna zirav,
dev û lêvê şekirî, simêla sor û lo di yasme ye.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum