Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Gulê Dêranê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Gulê Dêranê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Gulê dêranê ava zemzemê
Kevirê Heci-l Eswedê Beyta Şerîf
lo hoy lo ho lo ho lo hoy... temam yek e
taxima sing û berê Gula mi alîkî gul e yek sosin e
yek rihan e yek dar e yek darçîn e
e wî le wî le wî le wî... qarçîçek e
Xwedê fesad û şeytanê welatê me ra qe hilmede qebûl neke çawa nehîştin Gula min qasekî li kêleka mi rûnê
bi mi ra têr mijûl be rebenê Gulê hê hê lo têr qiseke
ax rebenê Gulê hê tengezar im
Gulê dêranê bihar e malê me derketine bêlanê bilind
lo hoy lo ho lo ho lo hoy... van zozana
tu sêr bike ji şerma dê û bav, heval û hogir û der û cînar
û gundiyan û maliya nebiya
ezê bibûma xizêmeke zêr û zîvîn dor bi şirik
minê xwe jor da berda li ser şê û şê biskê di şê
dêmî gulî, yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, şemle di Erebî, xal û xetê di gerdenê
ê lo hoy lo ho lo ho lo hoy... lêv dirana
agirê kulê bikeve mala der û cînar û maliyan û gundiyan
tevî fesada van şeytana
çawa nehîştin Gula min qasekî li kêleka mi rûnê
bi mi ra bikeve gilî û gotina
rebenê Gulê were hê hê hê lo qisedana
Gulê dêranê payîz e
malê me ji zozana lo ho lo hoy... dageriya
tu sêr bike vî sibengê xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
ji şerma dê û bav, heval û hogir der û cînar û gundiyan û maliya nebiya

ezê bibûma şarek ji şarê Diyarbekir dor bi surme dor bi rîşî minê xwe jor da berda li ser şê û şê biskê
ê di şê le wî le wî le wî... xala rûya
agirê kulê bikeve mala der û cînar û maliyan û fesadan
tevê şeytana û van gundiya
çawa nehîştin Gula min qasekî li kêleka mi rûnê
emê bikevine gilî û gotina, kêf û heneka
hey wax li minê hê were hê hê laqirdiya
ax rebenê Gulê hê hê lo tengezar im.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.