
Şarkı Sözleri
Gulê rebenê sere mi diêşyabû
dilê mi li halê dilê mi ji xwe ra heywax e
ê hê hê hê hê...
heywayê hê hê...
Lo lawiko ez ji te ra sond bixwim
te li serê dilê mi xistiye cote tîre
te li binê cîgera mi xistiye cotik daxe
hê hê hê hê hê hê...
wey lo gundo tu xirab bî
rêka lawikê cindî hergav û dirgav li derê mala bavê mi ra bû
evî marusê lawê marusa, kotî miskînê heramî mêrê xirab
dêrisê gunda da fenanî xwe kir
çawa çûyîn û hatina lawikê cindî derê me ra kirî yasaxe hayê ha hayê hayê ha hayê...
ez nemînim nemînim ez nemînim
nemînim lawiko nemînim
ezê li piştî lawikê cindî gelo cote galoş potînê Diyabekirê
îro bi şûn da ji xwe ra neqetînim neqetînim dayê
Gulê rebenê sibe bû malê me danîne serê çilan û çiya
ê hayê hayê hayê ha hayê...
ê bê lawiko tu sêr bike
emê destê hevdu bigirin
xwe berdine ser şexsan û zaretan, şêxan û ewliya
belkî ji ba Xwedê da ricaçî be
miradê der û cînar û gundî maliyan temamî
ji xwe ra vê sibengê tev biqedîne
bi tevahî hasil bike miradê me herduya hayê hayê ê hayê hayê...
Delaliyê sibe ye
vê sibengê mi ji te ra nego him hayê
ax eman eman eman eman eman gidî
ê bêqewlo gelo xêrnedîbo
mi ro kurtiko mi têr nedî
şevê nîvê di şevê minê bejna zirav dev û levê şekirî simêla sor a narincî
weyla li mi nemayê minê ji xwe ra
nava cî û nivîn û yataxê ji xwe ra li ber serê xwe dî
Gulê rebenê welatê me xerîb e gelo ne tu war e hê hê hê hê ê ha hayê...
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum