
Şarkı Sözleri
Ha wer were ha wer were...
lo bêbexto ha wer were
Ez ji te ra sond bixwim mi nego bi roj here lo bi şev were
taxima sing û berê mi rebenê ji te ra meydana hespê lo di qemer e gidiyo gelo vê sibengê tim û tim cara
tê da hêşîn dibe sorgul sor in kulîlkê lo sor û zer e
ezê heya mîla ber şebekê te xwedî kim lo te bi nîvî kim ezê gelo ji xwe ra te şîrîn kim lo bi ezîz kim
ez ji te ra sond bixwim bi limêja sibê ra
ez dizanim wextê miskînê heramê mêrê mi were
ezê derî vekim te ji xwe ra lo bikim dere
ha wer were lo bêbexto
Lo lo lo bêbexto sibe bû gelo vê sibengê
mi go Rebî Xwedê lo ji te şikir
ev çi gulek bû vê sibengê te para mi kir
mi dî gelo cotê zer memika fenanî kulîlkê nav rihanê
teze ber bi ro bû ji xwe ra bi hev de rabû gelo bi hev ra ketin zikir
gidyo gelo vê sibengê şevê nîvê di şevê malxirabo
hewar Xwedê lawikê cindî di heftsalî da
taxima sing û berê mi ji xwe ra ca xwedî kir
miskînê heramî mêrê xirab
bi zora mal û hal û temelikê dunyalikê hilda ca bir
ez ji te ra sond bixwim îro çend salê mi temam bû tu sêr biki vê marusê lawê marusa canê minê ezîzî şîrîn ca nîvî kir
were ha wer were ha wer were... lo bêbexto lo di nava mi be.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum