Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hatiye Mala Bavê Mi Mîvaneke Pir Ezîz e
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Hatiye Mala Bavê Mi Mîvaneke Pir Ezîz e

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Were wî mîvano mîvano...
lê lê dayê misafirek hatî mala bavê mi keçikê nizanim pir ezîz e ez nizanim dêrisê gunda da gelo çi layiq e lo çi caîz e
ez gulîbira Xwedê rabim şeva îşev malxirabo
kehêlî mala bavê xwe gulîbirê
cotê kêhêlî mala bavê xwe teslîm bikimê
eger pê qayîl bû ji xwe qayîl bûye gava qayîl nebû
ezê pêşkeş bikimê cotê zer memikê xwe gulîbirê çardeh salî ji êvarê heyanî mîla ber şefekê
bira ji xwe ra pê mijûl be pê bilîze misafiro lo
mivano mîvano mîvano lo misafiro lo
Eri lo mêvano ez bi heyran sibe ye vê sibengê malxirabo mivanekî hatiye mala bavê mi gulîbirê bi mîvanî
ezê rabim vê sibengê jê ra şerjê bikim miya qera reşa serberanî
eger
sibê dê û bavê mi ji mi pirsîne gelo ev çi yek bû
ezê bêjim mala we xirav be şivan lawê xelqê bû gelo ji çolê qe neanî geli gundî cînarno
gilî gazin û loma ji dilê minê rezîlê bê qewlî bê qirar mekin
eger îna kirin ji xwe îna kirin gava îna nekirin
ezê bêjim lawkê mi hatibû mala me bi mîvanî
minê jê ra qawirmekî sacê çekiri
bi tilî bêçîkê balmûmî ber mîvanê mala bavê xwe da danî mivano lo misafiro mîvano lo misafiro lo misafiro.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.