Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hay Lo Dilî
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Hay Lo Dilî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Bê hay lo dilî hay lo dilî hay lo dilî...
xwelî li te be, li mi, li vî dilî
Lo lo xişîmo nezano şoro
tu ji êvara Xwedê da rûniştî ji derdê dilê xwe ra dibêjî gidiyo ca dikemilî li vî dilî
lo hêtîmo eger tu merîkî maqûl î
sibê vî çaxa orta nîvro bi esrê tu hevalê xwe bigiri
derê mala bavê mi ra tuyê derbas bibî
reben ez im bi kemla xortaniyê wî wî bimilmilî
lo bêxêro tu rabe qasekî derê mala bavê mi ra derbas bibî
ezê qasekî te bibînim ezê nemrim bi wî kulî
gelo bi wî derdî derdê min û te û ca vî dilî
Tew lo dilî tew lo dilî
reben ez im malê me danîne li vî çiyayî li vî zozanî li vî textî hêtîmo gede tu dêhna xwe bidê mi dî lawkê minê cindî ji jor da tê tu sêr bike li hespê li tivingê li vî rextî
lo bêbexto gelo minê li ser siwar û bedew û timtêl û te ra kes nedîbû ezê çibkim di dêrisê gunda da gelo tu bêqewl î, bêqirar î, tu bêbext î
were hay lo dili hay lo dilî hay lo dilî mi xêr nedî gelo ji te, ji xwe, ji vî dilî
Hay lo dilî hay lo dilî hay lo dilî
lo lo lawko gelo sibe bû vê sibengê tu dêhna xwe bidê malê me danîne li vî zozanî li vî textî bi dar û bî ne
gelî qîz û bûkê êlê hela rabin
qasekî li qarşî konê mala lawkê mi bisekinin
hûn dêhna xwe bidinê simbêla sor e narincî ne çavê reş û belek in vê sibengê gulgulî ne

sûretê sorê sosinî gelo vê sibengê xalxalî ne çepilê dirêj in gidîno qenterî ne
bejna zirav e tenik û nazik û nazenîn e
ji derdê dunyalika derewîn ra vê sibengê
hespê lawikê mi vê sibengê malxirabo bozê çîl e pûlpûlî ne dema ji mal siwar dibe
sê fetlê saralixê û rextê xwe li nava xwe diqedîne
sê fetl û rextê xwe li nava xwe ji xwe ra dibe tîne
ez ji te ra sond bixwim herçî qîz û bûka ku bibîne
loma ji mi nekin hestî û hunavê meriv li ser hevdu namîne were hay lo dili hay lo
lo lo hêtîmo tu hespê xwe ji xwe ra di derê me ra nemeşîne ez ji te ra sond bixwim tu bêbextî bext û qewl û qirarê te tunîne
Hay lo dilî hay lo dilî hay lo dilî
lo lo lawiko sibe bû vê sibengê malxirabo
malê me danîne li zozana
li van texta lo bêbexto gelo li serê çiya
ca sibe bû hûy hûy...
mi di lawikê mi rebenê ji xwe ra rabû Xaliqo bi Rebiyo
li hespê xwe siwar dibû bi şest û şeş awaza dixemilî
ser bike gelo saralix û rextê lawikê mi li bejna tenik û zirav lo dilefiya
ezê çi bikim gelo vê sibengê emrê mi kin bû ji xwe ra diqediya
lawiko ezê bi te kim tuyê bi Xwedê kî
tuyê were bi destê mi rebena Xwedê bigire birevîne
bavê ber bextê axan û axalerê Serhedê
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
mi birevine bavêje deşta Surûcê kûraniya Bişêriyê
germ û germistana rasta Heranê
li welatê Diyarbekir, li nava eşîra van Omeriyan gava tuyê mi direvînî birevînî mi
narevînî, zatê qewl û qirar û bextê te tunîne
lo gidyano tuyê ji xwe ra mi nexapîne bi qurî boxtana lo bêbextiya

were hay lo dilî hay lo dilî hay lo dilî
lawîko gelo xwelî li te be mi xêr nedî ji xwe ji te ji vî dilî
Lo lo ax lo lawîko malê me danînê li zozana li hafê van bêdera
lo êtîmo tu were bi destê mi bigre ji xwe ra birevîne
gava mi narevînî
tu dizane tu timakarê malê dunyalikê
qêmîş nakî lo zêr û pera
bi destê mi rebenê bigiri ji vî welatî xilas bike lo gidyano lo ji van dera gava tu mi narevînî
tu qasekî were li kêleka êla mala bavê mi
ez û tu va mijûl bibin
gava tu diçî bila dilê mi ji te ra nebe meskenê kulan û derda he hû gidîno meskenê van kesera.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.