
Şarkı Sözleri
Hay lo dilo hay lo dilo hay lo dilo hay lo dilo hoy oy yoy yoy dilo lo mi li vî dilî
berxa dilê mi gelo vê sibengê
jêliv dihate dimeşyabû berxê lo dimilmilî
mi go esmerê xwelî li te be, li min lo yoy lo berxê, lo li vî dilî ezê bi destê te bigirim birevînim
bavêm ber bextê Bişarê Çeto Cemîlê Axê
gelo gula siwara wî yê sebrê lo şêrê bi stûgulî
heft xwezila bi her çar rojê li biniya kona ez û tu va rastî hevdu dihatin
minê ramîsanekî li te kerem kiriye
her çar rojê berxê lo di ewilî
minê bala xwe berdayê te ji mi ra go kuro êtîmo
heft xwezila bi wî çaxê tu siwar bû li kumêtê kapreş dimilmilî
Hay lo dilo hay lo dilo hay lo dilo hoyoy yoy yoy dilo lo xwelî li te be
de tu careke lo malxirabo tu dîn nebe
hewî berxê lo dîn dîn nebe
lo bêbexto ser min esmerê ra li ser tu dila
hoyoy berxo lo bengî nebe
ez ji te ra sond bixwim di kaviliyê gunda da wê kor û topalê derên
poşmaniya te yê tê da hebe
meriv tu ji roja gelo piştî roja tim û tim cara
pir feqîro lo hoyoy oy lo berxê şerpeze be hoy oy li mi xerîbê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum