Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hay Lo Metê (Mihemedê Elî Begê)
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Hay Lo Metê (Mihemedê Elî Begê)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Erê hay lo bibêjin hay lo...
yeman hay lo... metê nemayê li dunyayê
Metêyê rebenê Meterê wêran bişewite wa li zinêr e
Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo Siwarê Tîkran ji malê siwar bû siwarê bozî çar salî dêl bi hene delodînî nêr e
de bira ew ro ne roja Xwedê ba
Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo Siwarê Tîkran ji malê siwar biye
li Intaba wî berî li mala porkura Metê biba mêvan
Metê rebenê tembî bide kerr û lalê Intabê
bira derbekî li bedena Kekê Zahîdo çiftexasê mêra nexîne
tu nizanî li qarişî neyara meşkîne pişta Elî Begê kalemêr e
hay lo hay lo hay lo...
yeman hay lo Metê nemayê li dunyayê
Metêyê rebenê Meterê wêran bişewite wa di mil da
Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo Siwarê Tîkran
ji malî siwar bû bozî çar salî dêl bi hene delodînî wa di bin da bêxwediya modoliyê avêtiye alîkî mil da
bira ew ro ne roja Xwedê ba
Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo Siwarê Tîkran
ji malê siwar biya Intaba wî berî wî mala porkura Metê biba mêvan Metê rebenê tembî bide kerr û lalê Intabê
derbekî li bedena kekê Zahîdo çiftexasî mêra nexîne
tu nizanî Elî Begê kalemêr e
kederê neyara nemîne ha di dil da
hay lo hay lo hay lo...

Metê nemayê li dunyayê
Metêyê rebenê Meterê wêran bişewite wa bi hez e Mihemedê Elî Begê kekê Zahîdo siwarê Tîkran
ji malî siwar bû bozî çar salî dêl bi hene delodînê wa dêl gewez e de bira ew ro ne roja Xwedê ba Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo Siwarê Tîkran
ji malê siwar biya Intaba wî berê wî mala pokura Metê biba mêvan Metê rebenê tembî bide kerr û lalê Intabê derbekî li bedena Kekê Zahîdo çiftexasî mêra nexîne
tu nizanî Elî Begê kalemêr e fenanî cara hiltîne heyfa kevin teze
hay lo hay lo... yeman hay lo... Metê nemayê li dunyayê
Metê rebenê Mihemedê Elî Begê ye
Ezraîlê kulê melekê mewtê ye
bi rojê li çiyê bi şevê li deştê ye
lê lê Metê rebenê tu nizanî
berxê mala bavê te rabiye ranebiye heftsaliya xwe da qesasê serê mêrê çê ye
hay lo hay lo hay lo...
Metê nemayê li dunyayê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.