
Şarkı Sözleri
Kuro êtîmo Heftrenganî şewitî bişewite
ji dilê min û te ra cot kanî ne
hela sêr bike gelo kanîkî şor e berxê yek şîrîn e
ez ji te ra sond bixwim sertacê hemî kaniyan kanî şîrîn e
berxê bihîstina mi bihîstiye hatiye welatê me da kula welatê jêrîne ezê bi destê muhuba dilê xwe bigirim ji navê derînim
agir bi mala kî bikeve mineta mi nîne
tu dîn î tu dîn î were tu dîn î dîlber tu dîn î
nezan ez im dînê
were nezan nezan nezan... ez im
Lo lo kuro êtîmo Heftrenganî şewitî bişewite ji dilê min û te ra wa bi co ye
bejna muhuba dilê mi zirav e ji kulîlka berbiro ye
cotê reş keziya li navmilê keleşgewra min bûye zo bi zo ye hûnê navê dilketiyê mi dipirsin bi navê şîrîn nav Silo ye ez ji we ra sond bixwim li welatê jêrîn serkarê Têlî Reşo ye
tu dîn î tu dînî were tu dîn î dîlber tu dîn î nezan ez im dînê
were nezan nezan nezan... ez im
Dilber heyran sibe bû vê sibengê gelo
heft xwezila bi wê meqamî tu lê sekinî jor da hatî
sebrê gidî gelo vê sibengê birîna mi kewa xwe girtî
ji bo derdê dilê mi gelo tu himî melhem î him şekir î jê di nebat î
lo lo gundo tu xira bî
ezê gava çav bi serê muhuba dilê xwe dekevim
ji mi turê gelo çûme nêçîrê
mi ji xwe ra girtiye kewekê jê di patî
tu dîn î tu dînî were tu dîn î
dilber tu dîn î nezan ez im dînê were nezan nezan nezan... ez im.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum