Şarkı Sözleri
Ax mal cînar lê bê Helîmcanê
wey la lê palê lê pûlê serê mi bi heyran,
ter û canî genciya lê mi bi qurbanê
Helîmcanê xwezila mala me cînarê he wû lê lê mala we biya
orta dîwarê me û we da cam û camekan şûşe û lê pencere ba xwezil ji xêrê xwediyê di Xwedê ra ilmê minecim lê li ba min heba minê bixwenda bira cam û camekan lê li ber mi veba
ji êvarê heya mîla ber şefekê destê mi li binê sêrî devê mi li xal û xetê gerdena zer lê memikê te ba gidiyê xwezil ji xêrê xwediyê di Xwedê ra dêrisê gunda da mirin heba,
dilê rezîl bê gidiyano kalbûn lê qe tuneba
bê mal cînar lê Helîmcanê
wey la piçûkê lê palê lê pûlê serê mi bi heyran, ter û canî genciya lê mi bi qurbanê
Helîmcanê sibe bû
pezê mala bavê Helîmcana hewû lê lê mi hindik e ezê seb xatirê dilê rezîl bibima şivan
tu bîne li gera biniya mala lê tevî mi ke gidiyê pêşa delme bilind ki ca mi di bin ke der û cînar û gundiyan û maliyan ji te pirsî gotî ew çî ye, bê mîka me zaye lê ew berxik e eger bawer kirin ji xwe bawer kirin
gava bawer nekirin mi derxe lê eşkere bike
zalimê bavê te bira şikyat û giliyê min bike
lingê min li qeydê xe, destê mi li kelepçê xe, sûyê mi lelê xe sed û yek darî binê lingê mi bixîne
sed û yek zêrê fendeqî ceza ji min bistîne
sed û yek sal û ceza îdama mi be
berê mi bidi Sînopê Zongildaxê adê di behra
nava qandar û qatilê mehpûsxana Siwêrekê
heval û hogirê min ji mi pirsîne ceza û cirma te çî ye
ezê bêjim mala we xirav be
min ê ramîsanekî li xal û xetê gerdena Helîma xwe kerem kiriye
şikyat û giliyê min kiriye
lingê min bi qeyde, destê mi bi kelepçe ye, sûyê mi bi lele
sed û yek dar li bin lingê mi xistî,
sed û yek zêrî findeqî ceza ji mi standî
seb xatirê ramûsana Helîmcana me
sed û yek sal ceza îdama mi birriye
ji bona ramûsana Helîmcana min cirma mi tune ne, cezakê he wû lê lê min hindike
ax mal cînar lê lê Helîmcanê
wey la piçûkê lê palê lê pûlê serê mi bi heyran ter û canî genciya lê mi bi qurbanê.
ye
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum