Şarkı Sözleri
De lo lo...
anê marûmê sibe ye dilê mi ji dilanî dîn e
siba me sibekî şêrîn e
minê xwe berdabû xîmê binê beriya di jêrîn e
mi dî birek konê vegirtî ne konekî ji konanî tek e
sê seman e li binî ne yek e sor e yek e hêşîn e yek e xalis gulavdûn e
di ser ra rûniştî Hemo li natikê temboliya zêrîn e
di bin da rûniştin e vê sibengê Gelho kela deştê bi goştî ne
di guha da guharê zêrîn e
desta da gopalê zîvîn e
îro ji êvar da rûniştî berxê dolabî Mala Berêz pê digerîne wêl wêl anê marûmê rûniştî dolabî Mala Berêz pê digerîne
agirê kulê bikeve mala Bavê Şarê
Şarê li ber dêrî qehwê dikelîne
ciwabekî ji Hemo û Gelho ra dişîne dibê vê sibengê malxirabo
bes e bi dolabî Mala Berêz bigerîne
Mala Berêz bi devê xwe dost in
zikê wan gola xwûn e
tu sêr bike malxirabo dema ku vê gotinê dibê didikrîne
qehwê li ber dêrî dikelîne
du siwara li rasta Rastileynê
li Gêdûka Elîrozê li dîharê Beytulxidirê ji Kevrê Xidirbekirê wê da dibîne bala xwe berdayê vê sibengê ciwabekî ji Hemo û Gelho ra bişîne bibê minê du siwar li rasta Rassileynê li Gêdûka Elîrozê li
dîharê Beytulxidirê ji Kevrê Xidirbekirê wê da dîne
ez nizanim van siwara siwarê xêrê ne
nizanim van siwara siwarê şerê ne
nizanim van siwara mizgînî ne
bawer bike terş û talanê pîrê daketiye xîmê binê beriya jêrîn e van her du siwara vê timtêlê mi dîne xeberê ji egîtê mala bavê mi gulîbira Xwedê ra tîne
de wêl wêl xeyo rebeno sibe ye heya dunya xweş ava be
ezê li dû egîtê mala bavê xwe nemayê gelo bikim axîn e hey wêlîn e Lê lê anê rebenê sibe ye dema ku vê gotinê dibê didikrîne
Hemo li Şarê kir qîrîne
go dayika apê xwe tu bike bilezîne
qehwekî şîr û şekir ji apê xwe ra bikelîne berde fincana zêrîne bide ser tabla zîvîne
bîne vê sibengê bi awayê qîzanî xortanî li ber apê xwe bigerîne xwe bi herem odesiyê ra bigihîne bîst û çar yukê deva welgerîne di binê yukê bîst û pênca da bibîne darê durbûnê ji apê xwe ra bîne apê te derkeve remaqê tewrê di jorîn e di rasta Rastileynê
li Gêdûka Elîrozê li dîharê Beytulxidirê ji Kevirê Xidir Bekirê wê da ew siwarê tu dibêje hela bi çavê xwe bibîne
gelo ser bike vê sibengê ew siwarê tu dibêje çikanê kî û kî ne wêl wêl Şarê dema diki wa dilezîne qehweke şîr û şekir dikelîne
berdabû fîncana zêrîne dabû ser tabla zîvîn e
bi awayê qîzanî xortanî li ber apê xwe digerîne xwe bi herem odesiyê ra digihîne vê sibengê
bîst û çar yukê deva weldigerîne binê yukê bîst û pênca da dibîne darê dûrbînê ji apê xwe ra tîne
dema ku vê sibengê malxirabo derket remaqê tewra di jorîn e dûrbînê ber çavê xwe da diçikîne
li rasta Rassileynê li Gêdûka Elîrozê li dîharê Beytulxidirê ji Kevirê Xidir Bekirê wê da mêze dike herdu siwara dibîne nihêrî siwarekî li kumêtî siwar e siwarekî li qimerî siwar e dêla qemerî bi qenter e qiçekê wê gewr û reş e sisê spî ne yeqîn qemer panî bidê, kumêtî li cî bimîne wêl wêl
Hemo bi sê denga li Gelho kir qêrîne
go lo bawer biki terş û talanê pîrê daketî xîmê binê beriya di jêrîn e
ew siwarê bi vê timtêlê mi dîne
xeberê vê sibengê malxirabo dîsa ji min û te ra tîne wêl wêl
Gelho bi sê denga lê kir qêrîn e lo bira biki wa bilezîne
du siwara nava koçerê meyê di jorîn da bişîne
sêsid siwarî bîne, paşê dakeve ximê beriya jêrîn e pêşiya terş û talanê pîrê vegerîne
go lo bira serê te mezin e aqil tê tunîne
ezê çi çaxî du siwara nava koçerê me yê jorîn da bişînim
çi sal û zemanî sêsid siwara bînim paşê dakevim xîmê binê beriya jêrîne
pêşiya terş talanê Pîrê vegerînim gelo
dema ku vê gotinê dibê didikrîne
go la lawo te daxê kurê Kurmanca ber çavê xwe nedîne
ku ser meriv da dikine qêrîn e qutîn e
nav û dil di hundirê merû da namîne
meriv dizgîna hespê xwe şaş
riya xwe nabîne dike serê rima li qolinca meriya da diçikîne
tu sêr bike vê sibengê van çalima li birayê mi
hinek mirtib wê salê hatibûn xîmê binê berya jêrîn e minê van çaliman ji birayê xwe ra li mirtiba dîne
lawo tu sêr bike va gotinê meke wa mecehdîne wêl wêl lawo vê sibengê tu sêr bike
gava ku va yeka ji her sê lawê Şêx Elî ra bimîne
bira gavanê guhê gunda me neçêrîne
ez ji te ra sond bixwim xelkê dorê aşa ji me bistîne wêl wêl
ax de wêl wêl wêl...
heya dunya xweş ava be ezê li piştê egîtê mala bavê nemayê gelo
ezê ji xwe ra bikim axîn e wêlîn e hey wêl
Gidî dema ku vê gotinê dibê didikrîne tu sêr bike vê sibengê malxirabo
dema xeber di devê Hemo û Gelhê da
herdu siwar e li derê dîwana lawê Mûsekê xwe li erdê da
gotin heyho heyho heyho heyho
anê marûmê dema ku herdu siwara gotin heyho
ji Hemê Mûsê ra heyho
ji zengilê herbê ra heyho
ji xortê çarde salî li ser piştê hespê ra heyho
ji bavê donzde eşîrê deşta Sirûcê ra heyho ji Gelhoyê gamêşî qol î reş î herbê ra heyho li Gelho kela deştê ra heyho
tu sêr biki dema ku wan kirin heyho Hemo li Şarê kire qêrîne
go dayika minê bike wa bilezîne
qehwekî şîr û şekir ji apê xwe ra bikelîne
berde fincana zêrîne, bidi ser tabla zîvîne
bîst û çar awayê qîzanî xortanî ber apê xwe bigerîne xwe bi herem odesiyê ra bigihîne
zînê seglavî ji qilif derîne
seglavî ji tewlê bikişîne
zînê Şamê li nav milê bîne
gema Diyarbekirê vê sibengê malxirabo li dêv bixîne
teng û berê seglavî bişidîne
rima newzerî di zengiya rastê da biçikîne
serê rimê movik e
topa rimê donzde kîlo ji darê gurgîn e
bi quweta mi nîne bi quweta Rebê Jorîn e
sibe vî çaxa apê te pêşiya terş û talanê Pîrê ji te ra vedigerîne
gelek mêra dikuje, poz û goha jê diki ji berxa xwe ra hediya tîne wêl wêl ax wêl wêl wêl... xeyêlo hey wêl
Lê lê şarê yabo le xeyo dema ku vê gotinê dibê didikrîne
Şarê dike wa dilezîne cewzê qehwê di nava darê darpalûtê da diçikîne
ji apê xwe ra qahwekî çêdike
qehwa şîr û şekir berdabû fîncana zêrîne
dabû ser tabla zîvîne
bîst û çar awayê qîzanî xortanî li ber apê xwe digerîne
dema xwe bi herem odesiyê ra digihîne vê sibengê
zînê seglavî ji qilif dertîne
tu sêr biki vê sibengê seglavî ji tewlê dikişîne
zînê Şamê li nav milê tîne
gema Diyarbekirê li dêv dixîne
rima newzerî di zengiya rastê da diçikîne
serê rimê movik e topa
rimê donzdeh kîlo ji darê gurgîn e tu sêr biki vê sibengê malxirabo
dema ku seglavî ji apê xwe ra tîne teng û berê seglavî dişidîne şingînê ji zengûyê tîne
hemê Mûsekê xwe pê ra digihîne ya Allah
ya Xwedê ya Sultan Ebdulreşad îmanê Baqiranî tîne
vê sibengê şingînî ji zenguyê tîne
berê xwe berdabû xîmê binê beriya tewra di jêrîn e
li rasta Rassileynê li Gêdûka Elîrozê
li dîharê Beytulxidirê Ji Kevirê Xidir Bekirê wê da herdu siwara dibîne
bala xwe berdayê terş û talanê Pîrê dibîne
parê hemiyanê ji hev par parîne
parê teva ji hev kifşe û jê di belî ne
herkes li ber parê xwe senîne
sê siwara li siwaranî ne
navê hespê wan e navtejî ne
simê wan e simkodî ne
dêlê wan e dêlqamçî ne
gerdenê wan e zirav e êlî ne
gohê wan e kêvrîşkî ne
hevraz da dibezîne, berjêr da dixarîne
ser meriv de dikine qêrîne qûtîne
navê dile nav û hundirê meriv da namîne
her sê lawê Şêx Elî ne
tim û tim cara li hafîzya siwarê xwe senîne
bi hevdu ra dikine wêlîne
wêl Erebo wêlwêl wêl wêl wêl... xeyêlo wêl
Le qelûna Hemê Mûsekê tuxt û nîvê hiltîne qelûna xwe ji cêba xwe dertîne
di orta herdu gohê seglavî da diçikîne wêl xeyêlo hey wêl
qelûna xwe tijî dike dikişîne
êpêce îstireheta xwe distîne
vê sibengê li her sê lawê Şêx Elî kir qêrîne
go heyho anê rebenê dema ji siwar û peya ra go heyho
lawo kî dîtiye kî bînaye
merû li guhê gunda lêxe, kul û kurmiyê xelkê birevîne
merû siwar û peya mêr û camêra pê nehesîne
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
bi navê Quranê dîrega dîn e
terş û talanê me bişîne
lawo vê sibengê hetanî ciyê qencî lê ye xirabî tişte nîne
dema vê gotinê dibê didikrîne
her sê lawê Şêx Elî destê xwe li devê xwe dixîne
dibê lawo golkê bavê te kes li vira tunîne
me bi zora bîleka xwe terş û talanê we anîne
eger tu mêrkî mêrxas î tu jî hatî
were pêşiya terş û talanê xwe vegerîne
wêl wêl wêl wêl wêl wêl xeyêlo wêl
Anê Hemê Mûsekê dema ku rabû rima newzerî ji zengûya rastê dikişîne destê xwe da li hev dixîne
erd û ezman li ber xwe dihejîne
vê sibengê hinek dibên axir zeman e
hinek dibên singû dewran e
hinek dibên melayîketê asîman e
hinek dibên tayê devan e
hinek dibên qeyd û pêwendê manegiyan e
kes nizane Hemê Mûsekê bi emir sêzde çardane
panzda li ber çavê xwe dibîne wêl
dema ҫер lêdixe rast dertîne
rast lêdixe ҫер dertîne
xeyo pêşiya terş û talan bi ser paşiyê da vedigerîne
nava êlê da dibe qêrîne qûtîne
vê sibengê malxirabo çavê xwe li her sê lawê Şêx Elî digerîne
nihêrî li hafîziya siwarê xwe senîne
hicûmekê didê berdidê rêya bîst û çar saetan nava êl û ebrê wan diqetîne
bi dengekî êlî lê kir qêrîne
go lawo bêbextî karê mêr û camêra nîne
gava bidim dû we da terş û talanê mi li hêviya kî dimîne
dema gêrî vedigere pêşiya terş û talan bi ser paşiyê da vedigerîne
her sê lawê Şêx Elî fenanî sê gurê xwedayî ne
li hevdu kirin qêrîne xwe pêra digihîne
go vê yeka ku ji lawê Mûsekê ra bimîne
bira gavanê guhê gunda me neçêrîne xelqê dora aşa ji me bistîne
dema ku vê sibengê li bayê hêrsê xwe pê ra digihîne
yekî li qolincê dixe tiştek nîne
yekî li zikê piçûk dixe hay ji xwe nîne
yekî li orta her du mila dixîne
serê rimê derbas dibe ser qerpûza zîn e
minetê ji birîna nakişîne
desmalê ji cêva xwe dertîne
devê birînê xwe dişidîne
ji êvar da çavê wî li rêka Gelhongê bira dimîne xeyo wêl wêl
Lê lê anê ax rebenê Şarê serê xwe davêje xewa şêrîne
xewneke tevolihev dibîne
nihêrî bakî li konê wan rabiye
bîst û çar dîregê kon difirîne
kon li ser diregeke dimîne
ez ji te ra sond bixwim wê dîregê ditewîne
tu nema bû bişkênîne
Şarê bi sê denga li Turkman qizî kir qêrîne
go de rabe anikê de rabe, lilikê de rabe, dayikê de rabe
êmê de rabe, baciyê de rabe, xwengê de rabe, hela rabe
go haya kesekê jê tunîne
Hemê Mûsekê ya kuştî ye ya birîndar e halê wî ji ber birînê wî tunîne em derkevin serê rêwan û dirba hela ji kesa keskî xwedanxêr tunîne xeberekî xêrê ji min û te ra bîne wey xwenga mi de rabe wêl wêl
herda bi hevdu ra kirin wêlîne
derketin serê rêka jorîne
nihêrîn peyakî bi tenê li serê rêka jêrîn dike wa dilezîne dema xwe bi peya ra digihîne
go de lo lo peyao lo lo egîto lo birao xweşmêro lo
hela rabe te hay ji egîtê mala bavê mi tunîne
go xwengê birînê mi kûr e pir xedar e
halê mi ji ber birînê mi tunîne
bihêle ezê xwe bi sax û silametî bi çolix û çocixê xwe ra bigihînim
Go de lo lo lo lo lo peyao
tu were xwenga xwe li dora birînê xwe bigerîne
Turkman qiz hekîmekî wisan e
Hekîmê Loqman wisa nîne
bira te bi hemamê ra bigihîne birînê te bişo
kewekî bide birînê te bira birînê te kewa xwe bibîne
xwe bi sax û silametî çolix û çocixê xwe ra bigihîne hela te hay ji egîtê mala bavê mi heye ya tunîne go xwengê şan şuretê egîtê mala xwe bêje bi çi rengî ne
go egîtê mala bavê mi piçûk i xişîm i nezan e
emir sêzde ye, teze çarda ne ponzde li ber çavê xwe dibîne
di binî da seglavî ne
zînê Şamê nav milê tine
geme Diyarbekirî li dêv dixîne
rima newzerî zengûya rastê da diçikîne
dema ku rimê ji zengûya rastê dikişîne
ji xênî Xaliqê Alemê, ên ku Xweda ruh dayê tu cara li ber çavê xwe nabîne
ez ji te ra sond bixwim
go berxê tu xêrê ji egîtê mala bavê xwe nebîne ew siwarê li wê timtêlî tu dibêjî
di orta sibê bû xwe berda xîmê binê Berriya jorîne
mi dî qêrîne qûtîne
minê ji tirsa xwe berdabû xîmê binê beriya jêrîne minê
go bira kes mi nebîne
ezê xwe bi sax û silametî bi çolix û çocixê xwe ra bigihînim
mi dî ew siwarê li wê timtêlî tu dibêjî
sê siwar dane pêşiya xwe
ji nava êl û ebra wana diqetîne
bi bayê hêrsê xwe bi min ra digihîne
sê rima li qolinca mi dixîne
halê mi je ber birînê mi tunîne
gêrî vedigere pêşiya terş û talan bi ser paşiyê da vedigerîne
bêxwediya seglavî tî ye çavê wê li avê dimîne
xwe ber bi avê dikişîne
herîkek dikeve pêşiyê
herdu qiçê paşîn di çamûr û heriyê da dimîne nikare qiçê xwe derîne
her sê lawê Şêx Elî fenanî sê gurê xwedayî ne destê xwe li devê xwe dixîne xwe pê ra digihîne
yekê li qolincê wî dixîne tişte nîne
yekê li zikê piçûk dixe hay ji xwe nîne
yekê li orta herdu mila dixîne
serê rimê derbas dibe ser qerpûza zîne
mineta ji birîna nakişîne
desmalê ji cêba xwe dertîne li devê birîna dişidîne
ez ji te ra sond bixwim bi Quranê dîrega dîn e çavê wî li rêka Gelhongê bira dimîne
hey wêl wêl wêl wêl... xeyêlo wêl
Eman Şarê li Turkmanqizî kir qêrîne
go de rabe, anikê de rabe, lilikê de rabe, dayikê de rabe,
êmê de rabe, baciyê de rabe
tu biki bilezîne peyê bi hemamê ra bigihîne birînê wî bişo, kewekî bide birînê wî
bira birînê wî kewa xwe bibîne
xwe bi sax û silametî bi çolix û çocixê xwe ra bigihîne
ezê xwe bi êtîmê sergamêş ra bigihînim
ketiye xewê hay ji bayê felekê tunîne wêl wêl
dema Şarê peyê bi hemamê ra digihîne
birînê wî dişo, kewekî dide birînê wî
birînê wî kewa xwe dibîne
xwe bi sax û silametî bi çolix û çocixê xwe ra digihîne ez ji te ra sond bixwim bi Quranê dîrega dîn e Şarê vê sibengê xwe bi Gelho ra digihîne
bi sê denga lê kir qêrîn e
go wêl wêl wêl heyho ca rab
tu ketî xewê te hay ji bayê felekê tunîne
Hemê Mûsekê birîndar e halê wî ji ber birînê wî tunîne bike bilezîne xwe bi birayê xwe ra bigihîne
ez ji te ra sond bixwim birîna birayê mi kûr e xedar e kewa xwe nabîne lo lo
Anê oy oy oy... xwengê
dema ku vê gotine dibe dibê didikrîne
tu sêr biki ocaxkoro
bi sê denga li Şarê kir qêrîn e go xwengê ez çi bikim apê te giran e heywana hespa pê nikare bigerîne tu biki wa bilezîne
qehweke şîr û şekir ji apê xwe ra bikelîne
berde fîncana zêrîn e bidi ser tabla zîvîn e
bi awayê qîzanî xortanî li ber apê xwe bigerîne
dibê xwe li tewlexanê ra bigihîne
çîlbozan î ji tewlê bikişîne
zînê Şamê li nav milê wî bîne gema Diyarbekirê dev bixîne
rima newzer di tenga rastê da biçikîne serê rimê movik e
topa rimê donzdeh kîlo ji darê gurgîn e tu ji apê xwe ra donzdeh rima yêdek bîne bikute ber tengê heywên e wêl
bi quweta mi nîne bi quweta Rebê Jorîn e
sibe vî çaxê apê te pêşiya terş û talana pîrê vedigerîne heyfa xwe bi destê xwe hiltîne
gelek poz û guha jê diki ji te ra hediya û yadîgar tîne
bi xwûna herduyê mezin birînê birayê xwe li meydanê dikewîne wêl wêl Dema qehweke şîr û şekir ji apê xwe ra dikelîne
berdabû fîncana zêrîne dabû ser tabla zîvîne
bi awayê qîzanî xortanî xwe li ber apê xwe digerîne vê sibengê xwe li tewlexanê ra digihîne çîlbozan î ji tewlê bikişîne
zînê Şamê li nav milê tîne
gema Diyarbekirê dev dixîne
rima newzerî di tenga rastê da diçikîne serê rimê movik e
topa rimê donzdeh kîlo ji darê gurgîn e
tu ji apê xwe ra donzdeh rima yêdek tîne dikute ber tengê heywên e
şingînê ji zengûyê tîne
zikê vî heywanê li erdê dimîne
ez ji te ra sond bixwim bi Quranê dîrega dîn e
xwe bi xîmê binê beriyê ra digihîne
Hemo bala xwe berdayê çiyakî li çiyakî siwar e
heywanê hespê pê nikare bîne
dema xwe pêra digihîne
go lo bira tu were birayê xwe li dora birînê xwe bigerîne
hela xwediyê birînê te kî û kî ne
dema ku vê gotinê dibê didikrîne
go lo bira xwediyê birînê mi her sê lawê Şêx Elî ne navê hespê wan e navtejî ne
simê wan e simkodî ne
dêlê wan e dêlqamçî ne gerdenê wan e zirav e êlî ne guhê wan e kêvrîşkî ne
hevraz da dibezîne berjêr da dixarîne
gava bi ser merû de dikine qêrîne qûtîne
navê dil e nav û hundirê meriv da namîne
tu sêr biki tim û tim cara li hafizya siwarê xwe disenîne wêl wêl wêl...
go berxê ew zarokê fenanî te bi qerekopiyê wisa ditirsîne
bi quweta mi nîne, bi quweta Rebbê Jorîn e
birayê te tu cara rimê naşixulîne
bi şiva şivqelûnê herduyê mezin hiltîne datîne orta xwe û zîne
go lo bira temî weyseta mi li te be
ûrt û ocaxê wana ji dunê meqelîne
bira birayê piçûk li ser ûrt û ocaxê wana bimîne
hey wax û hey wêl wêl wêl..
Go heyho anê wê rebenê dema diki wa dilezîne
xwe bi xîmê binê beriya jêrîn ra digihîne
nihêrî mêrika li hafîzya siwarê xwe senîne tu sêr bike bi sê denga lê kir qêrîne
serê rima xwe li erdê dixîne
go kê dîtî kê bînayê zarokekî fenanî Hemê Mûsêkê
were terş talana ji meriya bistîne
merû serê rima lêxe lêxe
çar tiliya derbas be ser qerpûza zîn e
merû çend peyayê xwe pê ra datîne
heyanî mala wî dişîne
meriv dibê rojeke li meriva teng were
merû xeberê jê ra bişîne
rojekê oxilmê giran wê ji meriva ra jî mêrxasîke giran bike
terş û talan vegerîne
lawo we serê rima çar tilî lêxistiye derbas biye ser qaşa zîne ji birayê piçûk ra dibê
tu here minê tu azad kirî
tu li ser ûrt ocaxê mala bavê xwe bimîne
temî weyseta mi li te be kesî ra meke şixula bêbextîne quweta mi nîne bi quweta Rebê Jorîn e
ez ji te ra sond bixwim bi Quranê dîrega dîn e Gelhoyê bi xwûna herdu birayê tê yên mezin birînê birayê xwe li maydanê bikewîne wêl wêl mi dî dema ku vê gotinê dibê didikirîne tu sêr biki vê sibengê ocaxkoro
şiva şivqelûnê ji ber xwe dikişîne
herduyê mezin hiltîne datîne orta xwe û zîne
dema hetanî ba Hemê Mûsekê tîne
go lo lo hey lo lo lo
lê lê anê bira tu were weysetê te çi ne ji birayê xwe ra bibejê bibikirîne wesyetê xwe ji birayê xwe ra dibêje didikrîne
tu sêr biki vê sibengê herduyê mezin datîne
bi xwûna wana birînê birayê xwe dikewîne
Hemê Mûsekê li wê derê bi emrê Xwedê bi cîh tîne
Gelho bi sê denga bang kir go hey waxîn hey waxîn e
heya dunya xweş ava be li piştî Hemê Mûsekê
birayê te heta dunya xweş ava be bike waxîn hey waxîn e
dema dunya nema ji bona pêxemberê axirê zemên e
gelo herçar çaryarê dora wî ne
Hezretî Elî şêrê Xwedayî ne
Hemê Mûsekê bi emir sêzde ye, çardan û ponzda li ber çavê xwe dibîne
tim û tim cara ji birayê xwe ra pêşî yextirma vedigerîne
her sê lawê Şê Elî fenanî gurê Xwedayî ne
tim û tim cara li hafîzya siwarê xwe senîne pêşiya siwara li peya vedigerîne
pişta meriya dişkenîne
ez ji te ra sond bixwim ji îro şûnda felek xayîn e felek fanî ye boş dunya ye
îro bi şûn da wê ji kê bi kê, ji me ra bimîne
wêl xeyêlo lo lo lo
ax wêl wêl wêl wêl ax wêl wêl... xêyêlo wêl.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum